Li Qamişloyê li ber avahiya NY’ê kona çalakiyê hat vekirin
Di çarçoveya parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî de û bi dirûşmeya “Ji bo zimanê me, ji bo pêşeroja me”, li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, kona çalakiyan hat vekirin.
Qamişlo –Piştî biryara 27’ê Tebaxê ya sînorkirina Zimanê Kurdî, dengê nerazîbûnê li dijî vê biryarê her ku diçe bilindtir dibe. Bi berdewamkirina çalakî û nerazîbûnan, mamoste, xwendekar û saziyên civakî mafê gelê Kurd ji bo fêrbûn û perwerdehiya bi zimanê dayîkê diparêzin.
‘Ev biryar maf û dengê xwendekaran naparêze’
Li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, xwendekar û malbatên wan ji bo parastina mafê xwendin û fêrbûna bi Zimanê Kurdî û li dijî biryara sînordarkirina wî, kona çalakiyan vekirin. Ev kon li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî hat vekirin û dê du rojan berdewam bike.
Têkildarî vê çalakiyê, xwendekar Silava Elî axivî û diyar kir ku ew wekî xwendekarên Kurd li dijî biryara sînorkirina Zimanê Kurdî ne û vê biryarê bi tevahî red dikin. Silava Elî got ku ev biryar maf û dengê xwendekaran naparêze û wiha pê de çû: “Em ne li dijî fêrbûna zimanên biyanî ne, lê em li dijî kêmkirina mafê xwe yê zimanî ne. Ji ber ku ziman deng, reng û nasnameya çanda me ye, lê mixabin dengê me tê paşguhkirin.”