Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dawî li tundiya li dijî rojnamegeran bînin
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, têkildarî tundiya li dijî rojnamegeran ku di demên dawî de zêde bûye, daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: “Em ê bi biryardariya xwe, azadiya çapemeniyê her dem biparêzin.”
Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK BASIN ÎŞ, Komeleya Medyaya Herêmî, Komeleya Jinên Rojnameger, Amed Haber Sen, MLSA û Nûnertiya TGS'ê ya Amedê têkildarî tundiya polîsan a di demên dawî de li dijî rojnamegeran daxuyaniyek nivîskî ya hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê xwegihandina agahiya rast û demokrasiyê ye û wiha hat gotin: “Lê belê tundiya polîsan û zextên îqtîdarê yên li bajarên weke Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr û Meletiyê û li gelek bajarên din, gefê li vî mafê bingehîn dixwe. Rojnameger ji bo ragihandina bûyerên civakî, binpêkirina mafan a ji raya giştî re her wiha ji bo kêrhatina giştî peywira xwe dikin lê belê ew bi tundiya fizîkî û derûnî tên astengkirin, tên binçavkirin û lêdanê dixwin.”
Binpêkirinên li hemberî rojnamegeran
Di daxuyaniya ku êrişên polîsan ên li dijî rojnamegeran hatin şermezarkirin de, hate destnîşankirin ku dê li dijî sepanên antî-demokratîk ên desthilatdariyê yên li dijî çapemeniyê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de tundiya polîsan a li hemberî rojnamegeran bi van mînakan hat rêzkirin:
“*Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegîhanê Pirha Haberê Kamber Yildiz dema li herêma erdhejê kar dikirin ji aliyê leşkeran ve bi GBT'ê re rû bi rû man. Her wiha polîsan li Semsûrê du caran bi ser mala rojnamegerên lê diman de girtin. Lêpirsîn der barê nûçeyên ku rojnamegeran çêkirine de çêbûye û hatiye xwestin zext bên veşartin.
* Piştî nûçeya der barê dozgerê ku lêpirsîna Çeteya Yenidogan dikir de hat weşandin, Mudura Karên Nivîsan a Rojnameya Pencere Nîlay Can û Mudurê Karên Nivîsan ê halk tv.com.tr Dînçer Gokçe hatin binçavkirin û ji bo parêzer Îrem Çîçek jî hepsa malê hat dayîn. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê ev zext li çapemeniyê hatiye kirin û ev zext çarçoveya hiqûqê derbas dike, em dibin şahid ku ev vediguhere çavtirsandina rojnamegeran a ji aliyê îqtîdarê ve tê kirin.
* Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Êlihê hat kirin bi ser Rojnameya Sonsoz a Êlihê ya ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanê rojnameyê Serhat Aslan hatibû xwestin bê binçavkirin lê belê bi mudaxaleya rojnamegerên din ên li buroyê serbest hat berdan. Gelek rojnamegerên geşedanên çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin bi astengiya polîsan rû bi rû man.
* Nûçegihana JINNEWS'ê Pelşîn Çetînkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ji ber ku çalakiya li Êlihê ya şermezarkirina qeyûman şopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du rojnameger piştî karê wan ê emniyetê hatin berdan.
* Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yeşîm Tukel dema ku xwest çalakiya jinan a li dijî qeyûman a li Kadıkoyê bi kamareyê bikşîne, ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Zextên li ser rojnamegeran êrişeke cidî ya li ser xwedigihandina agahiyan e.”
‘Mafê gel ê xwegihandina agahiyan asteng nekin’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi êrişên li dijî rojnamegeran mafê civakê yê xwegihandina agahiyan bi awayekî cidî hatiye binpêkirin û daxwaz bi vî awayî hatin rêzkirin:
“*Em daxwaz dikin ku zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Derketina pêşberî darazê ya berpirsan ji bo parastina demokrasiyê girîng e.
*Em daxwaz dikin ku helwesta astengkirina rojnamegeran a ji aliyê polîsan ve bi dawî bibe û li hemberî rojnamegeran rêzê nîşan bidin. Ji bo vê jî em daxwaz dikin ku polîs bên perwerdekirin. Ji ber hêzên ewlehiyê divê rêzê ji mafê girtina agahiyan re bigrin.
*Ji bo bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê em desthilatdariyê vedixwînin rêzgirtina ji bo azadiya çapemeniyê û raya giştî. Divê polîtîkayên tundî, zext û çavtirsandina li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin.”
‘Em ê li gel rojnamegeran bin’
Herî dawî di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em li gel hemû hempîşeyên xwe ne û em ê bi biryardariya xwe azadiya çapemeniyê her dem biparêzin. Polîtîkayên zext û tundiya polîsan mafê rojnamegeran ê ji bo kirina pîşeya xwe xesp dike. Em ê her dem civakê agahdar bikin û mafê wan ê girtina agahiyan biparêzin. Em ê li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamegeran li gel rojnamegeran bin. Di civakeke ku azadiya çapemeniyê lê tunebe em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”