Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hedefgirtina saziyên tendirustiyê yên li Xezayê şermezar kir
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, di daxuyaniyekê de teqez kir ku piştî êrîşa ku du hefte ye li ser Xezayê didome pêdivî bi parastina binesaziya bijîşkî û xebatkarên tendirustiyê heye.
Xeza- Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Têdros Adehanom Gebriyêsîs, diyar kir ku li Xezayê pêdivî bi binesaziya bijîşkî û xebatkarên tendirustiyê heye.
Têdros Adehanom Gebriyêsîs di daxuyaniyê de diyar kir ku şerê vê dawiyê li Xezayê, bûye sedema gelek qezayên ku xebatkarên dermankirinê rast tên, zêdebarî hilweşandina binesaziya beşa tenduristiyê bi xwe re gelek pirsgirêkan çêkiriye.
Avahiya Heyva Sor jî bû hedef
17’ê Gulanê, balafirên şer ên Dagirkeriya Israîlê Avahiya El Şewa ya ku li taxa Rimalê li rojavayê Xezayê dikeve bombebaran kir her wiha avahiya Heyva Sor jî kirin hedef. Di bombebaranê de du kes şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn.
Avahiya Şewayê, gelek navendên saziyên ragihandinê û kargêriyê û klînîkên bijîşkî digre nav xwe, çend metre dûrî Enstîtuya El-Emel a sêwiyan a li Xezayê ye.
Li aliyê din, Wezîra Tenduristiyê ya Filistînê, Mey El-Keyle, hedefgirtina Israîl ya avahiya îdarî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê li Xezayê û birîndarkirina xebatkarên li avahiyê şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de, Wezîra Tenduristiyê Mey El-Keyle teqez kir ku parastina sivîlan, zarokan, navendên bijîşkî û nexweşxaneyan, peywira civaka navneteweyî ye divê ji bo rawestandina şerê Israîlê tevbigere da ku qanûnên navneteweyî biparêze.