Rêxistina Sara xwest kujer cezayên herî giran bigrin

Qetilkirina du jinên li bajarê Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hefteyekê de rastî nerazîbûna jinan û rêxistinên wan ên li Hesekê hat û hat xwestin ku cezayên herî giran li kujeran were birîn.

DELAL REMEDAN

Hesekê- Endama Rêxistina Sara ya bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Mihemed teqez kir ku bûyerên qetilkirina jinan di dema dawî de zêde bûne û ev jî ji ber hişmendiya mêrsalarî ye.

Li bajarê Hesekê du bûyerên qetilkirina jinan di nava hefteyekê de rûdan, Hîba Mihemed Xelef a 32 salî bû li taxa Eskeriyê jiyan dikir û dayika du zarokan e ji aliyê mêrê pêre zewîcî ve hat qetilkirin.

Nagham Ziyab Al-Nazal a 30 salî jî ji aliyê birayê xwe vê di 11’ê Tebaxê de li taxa Azîziyê hate qetilkirin û kujer reviya ye. Ji bo tewanbaran derxin pêşberî dadgehê ofîsa têkoşîna li dijî sûcan lêkolînan dest pê kiriye.

‘Em rêxistinên jinan ji bo pêşîgirtina tundiyê têdikoşin

Der barê sedemên zêdebûna bûyerên tundiyê û qetilkirina jinan de endama rêxistina Sara ya li bajarê Hesekê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Mihemed got: “Em jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li qetilkirina jinan bigrin têdikoşin.”

Helîme Mihemed zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan di dema dawî de li bajarê Hesekê şermezar kir û xwest cezayên herî giran li kujeran werin birîn.

‘Em ê tevli hemû danişînên dozên kujeran bibin’

Rêxistina Sara dê tevlî hemû rûniştinên dadgehkirina sûcdaran bibe. Li ser wê yekê jî Helîme Mihemed dibêje: “Mafê me heye weke rêxistineke jinan em parastina jinan bikin û mafên wan bidin, tevli rûniştinên dadgehkirina sûcdaran bibin. Jinên ku rastî tundiyê tên divê xwe bigihîjînin rêxistinên jinan ên parastina qurbaniyên tundiyê û giliyên xwe bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistinên jinan li kantona Hesekê her du bûyerên qetilkirina Hîba Xelef û Nagham Al-Nazal şermezar kirin, bi riya daxuyanî û şermezarkirinê ji aliyên pêwendîdar xwestin cezayên herî giran bidin kujeran.