Şerê Sûdanê ber bi Kordofan û Darfûrê ve belav dibe
Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ku ji Nîsana 2023'an ve dewam dike, berê xwe da herêmên Kordofan û Darfûrê.
Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, ku di 15’ê Nîsana 2023’an de dest pê kir, bi dijwarî didome. Şer careke din ji paytext Xartûmê berê xwe da herêmên Kordofan û Darfûrê yên li rojavayê welat.
Her çiqas şer û pevçûn li dora El Ubeyd, paytexta Bakurê Kordofanê û rêya sereke ya ku wê bi Xartûmê ve girêdide, dijwartir bûn jî, artêşa Sûdan û hêzên hevalbendên wê ragihandin ku piştî şer, wan deverên Bara, El Baraka, Um Sayala, Um Qurfa, û Cebrat el-Şêx ji destê RSF’ê girtine. Artêşa Sûdanê diyar kir ku di pevçûnan de 73 wesayîtên leşkerî yên RSF’ê hatine îmhakirin û gelek şervanên RSF’ê hatine kuştin.
Pevçûn ber bi rojavayê welat ve diçin
Agahiyên ku di êrîşek RSF’ê li dijî herêma Burburê li başûrê El-Ubeydê 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 7 jî birîndar bûne hate parvekirin. Di heman hefteyê de, dronên RSF’ê tesîsên dermankirina avê li Rehad El-Nuba û Um Nebak kir hedef, li vê derê bi hezaran kes birîndar bûn û tesîs ji xizmetê derketin.
El Ubeyd di bin dorpêçê de ye û çavkaniyên avê tên hedefgirtin
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku El Ubeyd nêzîkî 18 mehan e şertên dorpêçê dijî û çavkaniyên wê yên avê di nav rojê de ji hêla dronan ve têne hedefgirtin. Her wiha hat ragihandin ku jinên ku bi şev ji bo anîna avê derdikevin derve rastî tacîz û tecawizê tên. Nifûsa bajêr nêzîkî 500 hezare, ji sedî 70’ê nifûsa bajêr ji jin û zarokan pêk tê.
14 milyon koçber û bi mîlyonan kes di nava birçîbûnê de ye
Projeya Daneyên Cih û Bûyerên Şerê Çekdar (ACLED) ragihand ku ji destpêka şerê 15’ê Nîsana 2023'an heta Hezîrana 2026’an 52 hezar û 904 sivîl û şervanan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de tekezî li ser wê yekê kirin ku dibe ku ziyanên rast li herêmê zêdetir bin, li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 14 milyon kes ji ber şer malên xwe terikandine.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ragihand ku 19.5 milyon kes bêewlehiya xwarinê ya giran dijîn, û li hin herêman jî rewşa birçîbûnê heye. Tê payîn ku di nîvê duyemîn ê sala 2026’an de 825 hezar zarokên di bin 5 salî de bi kêmbûna xwarinê ya giran re rû bi rû bimînin.