Rêxistina mafê mirovan ya Îranê: 537 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin

Rêxistina mafê mirovan ya Îranê (ÎHR) eşkere kir ku di meha 7’an a Serhildana ku berdewam dike de 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 16’ê Îlonê de destpêkirin di meha xwe ya 7’an de berdevam dike. Rêxistina mafê mirovan ya Îranê (ÎHR)i der barê serhildana ku li seranserî welat berdewam dike daxuyanî da. Rêxistina mafê mirovan ya Îranê (ÎHR) da zanîn ku di nava 7 mehan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Bilançoya herî giran meha Îlonê ye

Di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku 4 xwepêşandar bi darazandinên keyfî darve kirin û di  heman demê de diyarkir ku 180 jê bi sûcê tiryakê bi giştî 309 kes hatin darvekirin.meha ku bilançoya wê herî girin a meha Îlonê ye, di meha Îlonê de 223 kes hatin qetilkirin. Di meha Cotmehê de 100 kes, di meha Mijdarê de 173 kes, di meha Kanunê de 25 kes hatin qetilkirin. Di heman demê de di daxuyaniyê de bi bîrxistin ku Di navbera 17-30'ê Îlonê de 5 kes, di Cotmehê de 30, di Mijdarê de 57 û di Kanûnê de 72 kes hatin darvekirin.

ÎHR got: “Komara Îranê cezayê darvekirinê weke cezayê tirsandinê birkatîne.’ Civaka navnetewî  der barê van înfazên ku rojane tên jiyan kirin de helwestê xwe nadin nişandan.”