Li Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî çalakiyên 4’ê Nîsanê didome. Bi pêşengtiya Meclîsa Îştar duh êvarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Mexmûr – Meclîsa Îştar duh şev bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hat li dar xistin û li bexçeyên dibistanên wargehê şitlên daran hatin çandin.
Çalakî beşdariya gelê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen ve hat kirin.
‘Heya azadiya wî ya fîzîkî em dest ji têkoşînê bernadin’
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê azadîxwaz pîroz kir û wiha axivî: “Em 4’ê Nîsanê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Heta em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em wek gelê Kurd em ê heta dawiyê Rêbertiya xwe jiyan bikin û bidin jiyankirin.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku boneya 4’ê Nisanê li ser jiyan û têkoşîna Rêber Ocalan hatibû amadekirin hat nîşandan û pîştî sînevîzyonê Koma Meryem Xan û Kevana Zêrîn stranên xwe yên dengbêjî pêşkêş kirin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû. Gel heta siharê li Saziya Malbatên Şehîdan man.
Her wiha îro di saetên sibehê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, ji aliyê mamosta, xebatkar û xelkê wargehê ve li bexçeyên dibistanên wargehê şitlên daran hatin çandin.
Îro dê li wargeha Mexmûrê bi şahiyekê girseyî 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin.