Rêxistina jinan li Hesekê û Qamişlo qetîlkirina Aya Mihemed şermezar kirin

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê û Rêxistina Sara ya bajarê Qamişlo bi daxuyanî û meşan qetîlkirina Aya Mihemed şermezar kirin.

Qamişlo/Hesekê- Duh li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zaroka bi navê Aya Mihemed a 15 salî ji aliyê bavê xwe ve hate qetîlkirin, li dijî vê yekê Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê bi meşekê girseyî qetîlkirina Aya şermezar kirin û banga cezakirina kujerê Aya kirin. Her wiha Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê qetîlkirina Aya Mihemed şermezar kir.
Kongreya Star a Hesekê banga cezakirina kujerê Aya Mihemed kir
Duh li taxa Nasra ya bajarê Hesekê zaroka bi navê Aya Mihemd a 15 salî, li ser destê bavê xwe hate qetilkirin. Îro Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê meşek girseyî li dar xist û helewstên nerazîbûnê nîşan dan. Meşvan alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Na ji qetilkirina jinan re", "Civaka baviksalarî civakek qetilkirinê ye" û "Jin Jiyan Azadî" hatibûn hilgirtin.Meş li ber çarxereya Cûdî ya taxa Kelasê ya bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê des pê kir û li ber mala malbata Aya rawestiya. Paşê daxuyaniyek hate dayîn. 
"Zihniyeta qetilkirina Aya û Îda yeke"
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şikriya Mihemed ve hate xwendin wiha bû: "Li Hesekê bûyerên qetilkirina jinan zêde bûye, dûh Îda bû îro jî Aya Mihemed e. zihniyeta ku Îda û Aya qetil kir eynî zihniya ku Hevrîn, Zehra , Hebûn û dayika Emîne şehîd xistin e. Ev zihniyeta baviksalarî jinan dike hedef û bi navê namûsê vê yekê wekî maf ji xwe re dibîne, lê em vê yekê qebûl nakin. Em wekî Rêxistina Kongreya Star em ê kar û xebatê xwe bi cihên pêwendîdar dewam bikin heya ku em kesên sûcdar ceza bikin û rê li ber qetilkirina jinan bi israr û têkoşîna xwe bigrin."
"Qetilkirina jinan hedefgirtina pergala Netewa Demokratîk e"  
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku yê ku bi hinceta qetilkirina namûsê jinan qetil dike bila berê xwe bide Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn û wiha pêl da axaftina xwe: "Namûsa mirov erd û welatê wî ye, jin ne namûsa tu kesî ye. Yê ku banga namûsê dike bila li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Serêkaniyê û Efrîn bisekine û ji bo rizgarkirina xaka xwe têbikoşe. Jin azadiya xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dît û ji bo azadiya tevahî jinên cîhanê li ber xwe didin. Jin ji bo avakirina civakek demokrat herdem di nava têkoşînê de ye. Qetilkirina jinê sîstema Netewa Demokratîk a ku banga hevjiyana azad dike hedef dike."
Rêxistina Sara qetilkirina Aya Mihemed şermezar kir
Di 5’ê Hezîranê de zaroka bi navê Aya El-Xelef ya 16 salî ji aliye bavê xwe ve li bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin. Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Duh Îda bû, îro Aya bû û sibê kî ye ?” bi beşdarbûna hemû saziyên jin daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyona çalakiyan di Rêxistina Sara de, Menal Mûsa ve hate xwendin wiha bû: "Hefteyek derbas nebû di ser trajediya ku em jê şewq man, heya ku em ji karesetek din şoq bûn. Şoq ji trajediya îro ya ku li dijî Aya Mihemed hate kirin şoqek mezintir bû û ev kuştinek nû ye ku li rêze sûcên di derheqê jinan de li hemû welatên cîhanê zêde dibe. Ew sûcek hovane ye li dijî mirovahî û zaroktiyê ye û ev kiryarên hovane ji bilî hilbera adet û kevneşopiyên kevin û zihniyeta safî ya nêr tiştek din nîne. Em bang li hemû aliyên pêwendîdar, rêxistinên navneteweyî û tevgerên jinan ku berpirsiyarên van tawanan bipirsin û cezayên herî giran li wan bidin. Em wekî Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, vê kiryara tawanbar, ya ku mafê wê yê zaroktiyê dike hedef û nirxên mirovî binpê dike, şermezar dikin.
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" bi dawî bû.