Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê îdamê lê hatiye birîn daxuyaniyek da û got demildest cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî were rakirin û bê şert û merc were berdan.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li dadweriya li Îranê kir ku cezayê îdamê yê li rojnamevan û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî hatiye birîn, betal bike û daxwaz kir ku demildest bê berdan. Pexşan Ezîzî ya ku di 4’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû bincavkirin û girtin, di 23’ê Tebaxê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de teqez kir ku gelê Kurd bi salan e di bin desthilatdariya Îranê de rastî zilm tundiya sîstematîk hatiye, ragihand ku divê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî demildest were rakirin û bê şert û merc were azadkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Pexşan Ezîzî tenê ji ber parastina mafê aştiyane û zagonî hatiye girtin û cezayê darvekirinê jî weke “sûceke li dijî mirovahîyê” pênase kir.