Li Şîrazê sê parêzer hate girtin
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê sê parêzerên bi navê Nazanin Salari, Mahmoud Taravatrooy û Massoud Ehmedian bi tohmetên ewlehiyê sê sal cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derketina ji derveyê welat li wan birî.
Navenda Nûçeyan – Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê cezayê girtîgehê û deketina ji derveyî welat li parêzer Nazanin Salari, Mahmoud Taravatrooy, û Massoud Ehmedian da.
Li gorî biryara dadgehê, ji ber sûcê "civîn û komploya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya neteweyî" her sê parêzeran du sal cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derveyî welat wergirtin. Her wiha ji ber "tevlîbûna çalakiyên propagandayê yên li dijî rejîmê" salek cezayê girtîgehê wergirtin.
Dadgehê her wiha tohmeta "hevkariya bi dewletek dijmin re" betal kir û di vê beşê de wan beraet kir.
Ev her sê parêzer di dozên siyasî, îdeolojîk û ewlehiyê de kesayetên navdar in. Doza wan ji sala 2020’an vir ve vekirî ye û piştî çend salan pêvajoyên qanûnî niha bi dawî bûye.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, hin ji belgeyên di dosyaya dozê de bi çalakiyên qanûnî û sivîl ên parêzeran ve girêdayî ne. Ev beşdarbûna di civînên li ser mafên jin û zarokan de, xebata ji bo guhertina qanûnên têkildarî şîdeta navmalî, hişyarkirina li ser şîdeta li dijî jinan û zewaca zarokan û agahdarkirina muwekîlan li ser rewşa wan û binpêkirinên mafên mirovan vedihewîne.
Parêzeran ragihandin ku ew ê di çarçoveya qanûnî de îtîrazê li biryarê bikin.