Rêxistina Efûyê: Li 20 welatan 883 kes hatin darvekirin

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya der barê cezayê darvekirinê de, di sala 2022’an de li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê cezayê darvekirinê de rapor amade kir. Li gorî raporê di sala 2022’an de li 20 welatan herî kêm 883 kes hatin darvekirin. Li gorî sala borî ji sedî 53 zêdebûn heye. Di rapora ku hate diyarkirin dibe ku par li Çînê bi hezaran kes hatine darvekirin, tê diyar kirin ku di hesapkirinê de ev agahî cih nagrin.

Di raporê ku hate ragihandin zêdebûna darvekirinên ku di sala 2021'an de bû 520 û di sala 2022'an de jî gihîşt 825’an, ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê çavkanî digre de, wiha hate gotin: “Hejmara darvekirinên ku di sala 2022'an de hatine tomarkirin li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku welatên bingehîn yên li pişt vê rekorê ne, gihiştiye asta herî bilind a 5 salên dawî.”

Erebîstana Siûdî di rojekê de 81 kesan darve kir

Li gorî raporê; Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de gihîşt 314’an û di sala 2022’an de jî gihîşt 576’an. Li Erebistana Siûdî 3 qat zêde bûn û gihîşt 65’an, di 30 salên dawîn de gihîşt asta herî bilind û bû 196’an. Erebistana Siûdî pêştir çû û di rojekê de 81 kesan darve kir. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bertek nîşanî Îranê da ku "bi hewldana bêhêvî ji bo bidawîkirina serhildana gel, mirovên tenê mafên xwe yên xwenîşandanê bi kar anîne qetil dike.”

Çîn di rêza yekem de ye

Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2022’an de li seranserê cîhanê hejmara darvekirinê hin zêdetir bû û wiha hat gotin: “Veşartina serlêdana cezayê darvekirinê re, li gelek welatên wekî Çîn, Koreya Bakur û Vietmanê nirxandina cezayê darvekirinê ya bi awayekî rast hêj asteng dike. Di raporê de wiha hate gotin: “Her çend li Çînê hejmara kesên hatine darvekirin baş nayê zanîn jî, li vî welatî darvekirin gelekî zêde ye.”

6 welatan cezayê darvekirine bi temamî an jî qismî rakirin

Di raporê de hate dest nîşan kirin ku di sala 2022’an de 6 welatan cezayê darvekirinê bi temamî an jî qismî rakirine û hate diyar kirin ku li Kazakistan, Papûa Yenî Gîne, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin û li Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê jî bi tenê ji bo sûcên edlî darvekirin hatiye rakirin.