Rêxistina Efûyê bang li Tirkiyê kir: Di 8’ê Adarê de mafê protestoya aştiyane biparêzin

Şaxa Tirkiyê ya Rêxistina Efûya Navnetewî, ji bo ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de mafê protestoya aştiyane bê parastin û hêsankirin, banga bicîhanîna berpirsyariyê kir.

Navenda Nûçeyan – Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty) peyamek weşand û bang li rayedarên Tirkiyê kir. Amnesty diyar kir ku mafê protestoya aştiyane ji aliyê yasayên Tirkiyê û hiqûqa navnetewî ya mafên mirovan ku ew jî alîgirek wê ye ve tê parastin. Amnesty, banga bicîhanîna berpirsyariyên di vê mijarê de li rayedaran kir.

Di demeke ku bi hezaran jin xwe ji bo ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan amade dikin de, Rêxistina Efûya Navnetewî daxuyaniyek da. Şaxa Tirkiyê ya Rêxistina Efûya Navnetewî, di vî çarçoveyê de ji Walîtiya Stenbolê re nameyek şand. Amnesty, di nameya xwe de daxwazên xwe yên derbarê parastina mafê protestoya aştiyane de ragihand.

Yasa hatin bibîrxistin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Li gor yasayên Tirkiyê û hiqûqa mafên mirovan a navnetewî ya ku Tirkiye jî aliyek wê ye, pêwîst e ku rayedarên dewletê çavdêriya protestoyên aştiyane bikin, wan biparêzin û hêsan bikin.” Rêxistina Efûya Navnetewî, berpirsyariyên rayedaran carek din anîn bîra wan û wiha got: “Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de di serî de li Stenbolê, li gelek bajaran dê bi awayek kevneşopî Meşa Femînîst a Şevê û pretostoyên din ên aştiyane tên lidarxistin. Divê ev protesto bên misogerkirin.”