Rêxistina Efûyê bang li hikumeta Îranê kir
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê bang li hikumeta Îranê kir ku cezayê darvekirinê rawestine û da zanîn ku li Rojhilat û Îranê herê kêm 14 kes bi metirsiya darvekirinê re rû bi rûne.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navnetewî ya Efûyê derbarê li bajarên Îran û Rojhilat de ku di dîrokên cûda de 14 hemwelatiyên bi hêcetên cûda ku hatine girtin û cezayê darvekirinê lê hatine birin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku divê hikumeta Îranê infazên cezayê darvekirinê bisekine û destnîşan kir ku mafê girtiyan tên binpêkirin.
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê destnîşan kir ku 14 hemwelatî bi di encama sûcên neheq de hatine girtin û hikumeta Îranê bi awayên ne edilane darazandinê dike û bi bîrxist ku mirov rastî binpêkirinê mafan yên giran tên.
‘Dawî li Îşkenceyê bînin’
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê da zanîn ku 14 hemwelatiyên ku bi cezayê darvekirinê tên darizandin, 10 ji wan ji bo ku li xwe mikur werin zor lê hatine kirin û daxwaz kirin dawî li îşkence û nêzikatiyên xirab binîn. Rêxistinê bi bîr xist ku rayedarên hikumeta Îranê serî li rêbazên îşkenceyên yên ji bo tirsandinê û infazên sexte yên darvekirinê yên weke qamîş, îşkenceya bi kehrebeyê, di dema di bin çavan de êrîşên zayendî, tacîz dane, bang kirin ku divê demildest dest ji van nêzikatiyan berdin.
‘Biryarên darvekirinê hilweşinin’
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê di daxuyaniyê de wiha got: “Girtiyên bi navên Cewad Rohi, Îbrahîm Naruyi, Kamiz Xirut, Mecid Kazimi, Menuçehir Meman Newaz, Mensur Dêmerde, Mehdi Behman, Muhammed Brûxenî, Muhammed Ferid, Muhammed Qubadlu, Salih Mîr Haşimi, Said Yaqûbi, Şuayip Mir Baluc Zehi Rigi bi metirsiya davekirinê re rû bi rû ne.”
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê ji serdarazê Îranê Xulam Huseyin Muhsini xwest ku biryara darvekirinê ku li ew xwepêşanderên li bajarên Îran û Rojhilat di dema xwepêşandanan de hatine binçavkirin birîne were betalkirin.