Ji kartonan malên bi kulîlk ên zarokên Bazarcixê

Di roja nehemîn ya hilweşinê de, mirov ji malên xwe dûr jiyan dikin, zarokên Bazarcixê ku nikarin bikevin malên xwe yên ku ziyan dîtine, ji bo xwe malên ji kartonan çêkirin û boyax kirin.

Mereş – Navenda yekem ya herdû erdheja Maraş Bazarcix, ev 9 roj e gel nikarin biçin malên xwe. Li bajarokê ku hema bêje malek bê zirar nemaye, gel ev bi rojan e li kolanan ew cihên ku ji bo xwe çêkirne, di çadiran de, yan li mala ku Koordînasyona Krizê lê ye dimînin. Li mala piştevaniyê ya bi sedan dilxwaz lê dimînin, zarokên mexdûrên erdhejê jî hene. Malên ji karton ên zarokên ji malên xwe dûr in çêkirine û bi kulilkan hûnandine balê dikşîne. Zarokên ku deriyek xêz kirine û li ser balinde û kulîlkan xêz kirine, li aliyê din ê kartonê jî malek din xêz kirine.

Wêne: Medine Mamedoğlu