Rewşa çapemeniyê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê
Rojnamegerên jin ên Kurd li Îranê rastî gelek astengiyan tên. Çend ji wan, siyasetên giştî yên Komara Îslamî, çavdêriya zêde ya li ser çalakiyên Kurdî û hejmara wan a kêm li Rojhilat e.
MEDYA ROJHILATÎ
Gelek şîrovekarên Îranî, serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" wek qelembazek di dîroka vî welatî de dibînin. Vê serhildanê bi awayekî berbiçav dîmena siyasî ya Îranê guherandiye. Îhtîmala reforman a di nav sîstema siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê de, heta di nav beşên alîgiren hikûmetê de jî, bi awayekî berfireh kêm kiriye. Yek ji encamên lezgîn ên serhildanê, mîlîtarîzekirina beşên qadên cuda cuda, ji siyasetê bigre heta medyayê û ragihandinê, bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistane bû.
Di heman demê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku di koka xwe ya kûr de di nav tevgera rizgarîxwaz a tevgera me û gelê Kurd de heye, li hundirê Îranê û derveyê Îranê jî, ji aliyê navendparêzên Îranî ve hat monopolîzekirin. Vê yekê ji bo bilindbûna dengê kêm-netewan û bi taybetî netewa Kurd, astengiyên mezin çêkir. Her wiha parçebûna navxweyî ya di nava perspektîfên siyasî yên partiyên Kurd de jî. Tevî nebûna platformeke medyayî ya xurt, bi hêz û piralî ku şiyana tevgerê be û bikaribe ya ji bo homojen kirina îdeolojiya "Jin, Jiyan, Azadî" bixebite, wê zêdetir asteng kir.
Ev raporta kurt ku ji Îlona 2022’an heta dema desthilatdariya Mesûd Pezeşkiyan şirove dike, ji gotûbêjên bi aktîvîstên jin ên medyayî yên Îran û Kurdistanê re encam digire. Ew ne tenê li ser rewşa çapemeniyê ya li van herêman daneyan dide, di heman demê de rola sereke ya jinan jî radixe ber çavan. Rapor bi pêşniyarên bi armanca zêdekirina kapasîteyên çapemeniya me, ji bo xurtkirina tevgera azadiyê, bi giranî li ser pêşengî û beşdariya jinan bi dawî dibe.
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî û bandora wê ya li ser medyayê
Serhildana ku li Rojhilat di bin ala "Jin, Jiyan, Azadî" de dest pê kir û piştre li tevahiya Îranê belav bû, problemeke bê hempa ji bo hikûmeta baviksalarî-olî ya Komara Îslamî derxist. Ji bilî pêkanînên tepisandinê yên wek girtin û binçavkirina berfireh, rayedaran bi hovîtiyeke tirsnak bi astengkirina înternetê, medya kirin hedef û rojname û malperên fermî jî pir asteng kirin.
Piştî serhildanê, di çarçoveya kampanyayeke sîstematîk a ji bo bêdengkirina mûxalefetê de 24 jê jin, herî kêm 62 rojnameger hatin girtin. Ev yek li gorî binçavkirinên sala 2009’an ku 47 rojnameger, ku tenê 4 jin di nav de bûn, girtinek girîng nîşan dide. Bi berfirehbûna hejmara girtinan a li Îranê re, ev welat li kêleka welatên wekî Çîn, Myanmar, Tirkiye û Belarûsê wek yek ji rejîmên herî zordar ên cîhanê yê ji bo rojnamevanan, bicîh kiriye.
Komara Îslamî bi kontrola hatin û çûyîna zanyarî û xitimandina dengên rojnamevanî, hewl daye ku ne tenê her tiştî normalîze bike, belkî hewl daye ku gotara berê ya xwe, li ser Îslam-Îranîbûnê, mafên jinan û çêkirina netew-dewletê hîn zêdetir hejmon bike. Tevî van astengiyan jî, ruhê berxwedanê yê “Jin Jiyan Azadî”, bi taybetî di nav jinên Kurd û têkoşerên ku ji bo guhertina sîstemê têdikoşin de, mîna qêrîna berxwedanê didome.
Berfirehiya tepeserkirina rojnamegeran piştî Îlona 2022’yan
Li gor raporên ku ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ve hatine piştrastkirin, tedbîrên tolhildanê yên hikûmeta Îranê, yên piştî serhildana Jin Jiyan Azadî, bi awayekî nelirê, Kurd û rojnamevanên Kurd kirine hedef. Di vê demê de herî kêm 9 rojnamevanên jin ên Kurd hatin girtin. Di raporeke neçapkirî ya sala 2023’yan a Îranê de, 226 bûyerên tepeserkirina medyayê hatine belgekirin. Di nav wan de 144 dozên darazê yên li dijî rojnamegeran, 102 girtin û darizandin, 42 gazîkirinên ji bo ifadeyê jî hene. Ev agahî, kesên ku ji bo lêkolînê li navendên îstixbaratî yên Îranê demkî hatine vexwendin, di nav xwe de nagire. Di dawiya sala 2024’an de herî kêm 12 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe yên çapemeniyê girtî ne.
Di nav wan de Elahe Mihemedî û Nîlufer Hemedî jî hene. Elahe û Nîlufer, di eşkerekirina kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê dewletê ve de, bi nivîsandina raporên xwe kedek mezin dan. Ji bo dermankirinê, ev du rojnamegerên jin ên Faris, bi berdêla pereyek gelek mezin bi awayekî demkî hatine berdan. Jina bi navê Modares Gorji, rojnamevana Kurd û çalakvan e, ji bajare Sine ye, 2 meh beriya niha hatiye girtin. Piştre cezayê wê yê 21 salî, bû 2 sal. Rojnamevaneke din a Kurd Nazîla Maroufian, di Îlona 2024’an de piştî ku ji Girtîgeha Evînê hat berdan, ji ber zextên hêzên ewlekariya Îranê yên berdewam, reviya çû Parîsê.
Ev girtinên berfireh, dayîna cezayên zêde yên ji bo rojnamevanan, qamçîkirin, qedexeyên pîşeyî û şertên kefaletê yên giran, pabendbûna desthilatdarên Îranê ji bêdengkirina nerazîbûnan, radixe ber çavan. Hedefkirina rojnamegerên, jin ji aliyek din ve hewldaneke sîstematîk a ji bo tepisandina dengê jinan derdixe holê. Girtinên berbelav, hovîtî û tewanbarkirinên tund, biryardariya Tehranê ya ji bo astengkirina hemû kanalên belavkirina agahdariya serbixwe bêtir nîşan dide. Di rewşa niha de dengê azad, li nav medya Îrane nayê bihîstin.
Rola hêzên ewlekariyê di astengkirina medyayê de
Rêxistina Îstixbaratî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî (Pasdaran) û Wezareta Îstixbaratê (çekên sereke yên ewlekarî yên Komara Îslamî) rojnamevanan, bi taybetî jinan, wek "ajanên sîxuriya rojavayî" bi nav dikin. Sûcên bi vî rengî darizandin û girtina wan rewa dike. Di vê navberê de, bi taybetî rojnamevanên Kurd gelek caran, ji aliyê Îstixbaratên Îranî ve bi çêkirina eleqeya bi partiyên siyasî yên Kurd tên sûcdarkirin, an bi çalakiyên cudaxwazî; ev yek jî dibe sedema giraniya dezgeha dada Îranê û îstixbarata vî welatî. Ev zordestiya sîstemî herî zêde li Rojhilata ku Rêxistina Îstixbaratî ya Pasdaran rewşa Kurdistanê tam kontrol dike, diyar dibe.
Marjînalkirina nûnertiya Kurd di medyayê de
Ji Çileya 2022’yan ve medyaya Îranê – hem alîgirê dewletê û hem jî yên opozisyonê – hewl didin ku beşdariya dengê Kurdan a di serhildana Jin, Jiyan, Azadî de kêm bikin. Her wiha dixwazin dirûşma Jin, Jiyan Azadi, wek dirûşmek Îranî binav bikin. Ev jiholêrakirina bi qestî ya hewldanek e. Stratejiyek ji bo tunekirina bandora tevgera Kurdan a di teşekirina arastekirina tevgerên siyasî, şoreşger û di nav çeperên Îranê de jî, pir xurt e.
Ji aliyê din ve di sala 2024’an de, zordestiya medyayê zêde bû. Rêxistina Nûçegîhanên Bêsînor, Îranê di aliyê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 176’an de nîşan da. Tenê Sûriye, Koreya Bakur, Afganîstan û Erître di rêza piştî Îranê de cih digirin. Tevî vê rewşê, bi awayên din hîn jî berxwedan didome. Di 18’ê Kanûna 2025’an de zêdetirî 140 rojnamegeran ku nêzî 70 jin di nav de ne, daxuyaniyek îmze kirin. Rojnamegeran pêşnûmeya yasaya Hîzarê şermezar kirin û gotin ku astengiyên giran li ser rojnamegeran ferz dike. Pêşnûmeyasa, mijarên wekî sepandina hîzarê, rêjeya beşdarbûna hilbijartinan û rexnekirina hikûmetê sûcdar dike.
Jîngeha tepeserker li Îranê bi awayekî bingehîn dîmena medyayê bi çend encamên sereke re ji nû ve xêz kiriye:
Piştgiriya Derveyî: Digel ku medyaya navxweyî bi sansurek giran re rû bi rû ye jî, temaşevan her ku diçe ji bo nûçeyên pêbawer serî li medyayen derveyî Îranê didin.
Kêmbûna Çapemeniya navxweyî: Belavbûna înternetê weşana rojname û kovarên fizîkî gelekî qels kiriye.
Medyaya Civakî wekî Navendeke Nûçeyan: Platformên mîna Instagram -hîn jî li Îranê nehatiye astengkirin- wekî çavkaniyên bingehîn ên agahdariyê kar dikin. Li dû wan jî Telegram, Facebook û X tên. Wek mînak, li Sine tenê du heftename bi awayekî nerêkûpêk tên weşandin. Beşdariya jinan a di van weşanan de jî kêm e.
Rojnamegeriya veşartî: Gelek rojnamevanên Kurd-Jin bi awayekî veşartî, bi malperên bi zimanê farisî weşanê dikin re, ji bo qezenckirina pere hevkarî kirin.
Pêşketina Medyaya Xwecihî: Di dema ku kanalên nûçeyan ên herêmî li ser platforma Telegram û Instagramê li bajarên Kurdan zêde bûne, dengê jinan di nava van platforman de hê jî marjînal dimîne.
Çalakiya medyaya jinê
Çalakvanên jin ên medyayî li Rojhilat bi giranî bi dizî dixebitin. Ji ber ku zordestiya berfireh a Komara Îslamî li ser wan e. Piraniya nûçeyên li ser Îran û Kurdistanê, ji aliyê van jinan ve bi rêya dezgehên farisî tên çêkirin. JINHA çavkaniyek mezin a ji bo xebatên jinan in. Her wiha ji bo muxatabên xwe jî. Ev çalakvanên ku li Rojhilat û Îranê belav bûne, bi piranî çalakvanên siyasî ne, ji rojnamevanên profesyonel nînin. Tevî vê yekê, beşdariyên wan di belgekirin û xurtkirina dengên civakên marjînal de, krîtîk dimînin.
Ji bilî wan tiştên navborî, hin çalakvanên jin ên medyayî di qada sîber û malper û kanalên Îranî yên wek Adalat Baraye Îran, Medrese Forux, Bidar Zanî, Asso û Radyo Zamaneh de kar dikin. Gelek caran ji aliyê Amerîka û saziyên din ên rojavayî ve piştgiriya aborî li wan tên kirin. Piştgiriya darayî ya zêde, karê van çalakvanan di nava van platformên medyayî de misoger dike. Ji aliyê din ve jî, van jinên rojnamevan ên Kurd, bi siyasetên van platformên medyayê, wekî bîrdozî û normên wan, hevgirtî dike. Ev sazî gelek caran ji bo destekdayîna kampanyayên li hindurê Îranê, jinan fînanse dikin. Bi heman awayî, piştgiriya aborî ya berfireh ji hêla van saziyên derve ve, hin jinên Kurd ên aktîvîst ên medyayê, teşwîq kiriye ku derbasî aktîvîzma siyasî bibin û kampanyayên xwe yên medyayê bi çalakiyên civakî yên berfireh temam bikin. Wek mînak, di dema kampanyaya berfireh a li dijî qanûna kurtajê ya Îranê de, hin çalakvanan hebên kurtajê bi awayekî neyasayî belav dikirin û qanûnên Îranê dorpêç dikirin.
Di gelek rewşan de, ev piştgirîya aborî ku ji bo van çalakvanan tê dayîn, dibe sedem ku gelek caran jinên xebatkar bi dilxwazî, nirxên sponsorên xwe yên aborî nîşan bidin. Ji ber vê yekê, tevlîbûna wan a "şoreşa jinan", ne ji perspektîfek e ku di nasname û têkoşîna Kurdan de ye, di çarçoveya vegotina netewe-dewletê ya berfireh a Îranê de xwe nîşan dide. Di heman demê de, hin çalakvanên jin ên Kurd ên medyayê bi medyayên ser bi partiyên siyasî yên hevrikên tevgerê re hevkariyê dikin. Ev çend xal, dibin sedem ku ew nêrînên me bi awayekî nerast nîşan bidin û bi rojevên wan partiyan re hevaheng bikin.
Rojnamegerên jin ên Kurd li Îranê rastî gelek astengiyan tên. Çend ji wan, siyasetên giştî yên Komara Îslamî, çavdêriya zêde ya li ser çalakiyên Kurdî û hejmara wan a kêm li Rojhilat e. Van dijwariyan rê li ber avakirina rêxistinên serbixwe yan bibandorkirina dengê jinên Rojhilat girtiye. Ji ber astengiyên aborî, gelek rojnamevanên pispor li Rojhilat neçar man ku bi malperên derve re hevkariyê bikin. Ji aliyê din ve, hevkari bi malper û medyayên rêxistinê re, rîskeke mezin a şexsî bi xwe re tîne. Di nîqaşên bi çend ji van rojnamevanan re de jî ev piştrast bû. Ji ber van şert û mercan hinek jinên Kurd, li pey medyayên ser bi partiyên siyasî yên hevrikên tevgerê re hevkariyê dikin.