Rêveberiyek ku zarokan terkî mirinê dike
Mirina zarokek 11 salî li xaleke kontrolê, careke din berpirsyariya dewletê ya ji bo parastina zarokan lêpirsîn dike û nîşan dide ku dewlet zarokan ji bo hedefên xwe yên îdeolojîk dike amûr.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Di qada şerê heyî ku sîrayetî hemû jiyana rojane kiriye de, têgîna ‘ewlehiyê’ ji her demê bêhtir tê lêpirsînkirin. Ev têgîna ku li cihê parastina jiyana mirovan, ji bo xurtkirina pergala desthilatdariyê xizmet dike, sînorên di nava parastin û gefê de nediyar dike. Di van rewşan de komên herî bê parastin bi taybetî zarok bi xetera herî mezin re rûbirû ne. Li xalake kontrolê mirina zarokek 11 salî di şerê heyî yê di navbera DYE- Îsraîl û Îranê de, sembola krîza sîstemîk a di rêveberî û ewlehiyê de nîşan dide. Bi rastî, di pergalek ku ewlehiyê veguherandiye amûrek ji bo xurtkirina desthilatdariyê, zarok êdî ne kirdeyên parastinê ne, bûne amûrên hedefên siyasî û îdeolojîk. Ev nivîsa kurt hewl dide balê bikşîne ser astên mirovî, dîrokî û hiqûqî ya vê trajediyê, bi taybetî mînakên dîrokê yên weke şerên Îran-Iraqê bi bîr dixe û radixe ber çavan ku zarok çawa dibin hedefên polîtîkayên propagendayên îdeolojîk.
Zarok tên biçekkirin
UNICEF’ê di salên dawî de gelek caran bal kişand ser bikaranîna zarokan di qadên leşkerî de û vê weke binpêkirina eşkere ya mafên mirovan nirxandibû. Saziyê diyar kir ku divê zarok di her şertî de ji mekanîzmayên pevçûn û ewlehiyê werin dûrxistin. Ev hişyarî ne tenê daxuyaniyên fermî ne, di heman demê de teyîsîna rastiya bi êş ku zarok, li cihê bi ewle bijîn, rastî xetereyên pergalî tên.
Rêxistinê da zanîn ku li Îranê bikaranîna zarokan li xalên kontrolê û di çalakiyên leşkerî de binpêkirineke cidî ya mafên zarokan e. Ev rewş êş û azara bi hezaran zarokên di salên dawî û heta deh sal berê de, li cihê lîstin, fêrbûn û mezinbûna bi tendurist, di qadên tundî û şer de hatine bicihkirin diteyîsîne. Dema zarokek 11 salî li xalek a kontrolê rastî xeta agir û gefên rasterast tê û dimre êdî weke ‘tesaduf’ nayê binavkirin ev felaketek sîstematîk e. Ev nîşaneya dûrketinek kûr di mantiqa rêveberiyê de ye, ‘jiyan’ cihê xwe dide ‘fonksiyona ewlehiyê’ û zarok dibin amûrek ji bo bidestxistina armancên ewlehî û îdeolojîk ên pergalî.
Nêzî 36 hezar zarok mirin
Tabloya îro, mîna vegera yek ji rûpelên herî bi êş şerê Îran-Iraqê (1980-1988) nîşan dide. Di dema şerê hilweşîner ê 8 salan de, weke ku di raporên mafên mirovan û çavkaniyên serbixwe yên dewleta Îranê de hatiye diyarkirin, hejmarek zêde zarok û ciwanan biribûn qadên şer. Li gorî daneyên fermî yên Îranê, nêzî 36 hezar zarokan di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Ev hejmar beşek tenê ya vê trajediyê diteyîsîne, daneyên vegotinên ne fermî nîşan didin ku bi deh hezaran zarokan şandine cihên bi mayîn, erkên desteka lojîstîk û heta xetên çeperan.
Ev hejmar sosret in. Her yek ji van zarokan cîhanek bûn. Zarokên ku divê li dibistanê bin û pêşeroja xwe ava bikin, bûn mertal û di zeviyên mayînan de winda bûn. Di gotinên fermî de Huseyîn Fehmîde, yê 13 salî ku weke ‘zarokê qehreman’ hat pêşkêşkirin, tenê yek ji wan zarokan bû. Medyaya dewletê mirina wî ne weke trajediyek mirovî, hewl dide weke sembola fedekarî û rûmetê nîşan bide. Ev cure qehremankirin, zimanê tundiyê ku mirina zarokan weke îdeolojîk rewa dike ye. Tu exlaq û çarçoveya mirovî nikare mirina zarokan rewa bike.
Pergala etîk û hiqûqê hildiweşe
Nifşên dawî, bi fîlm, çîrok û vegotinên ku mirina van zarokan wekî ‘şanaziya neteweyî’ pêşkêş dikirin, mezin bûn. Bi qebûlkirina tundî û fedakariya îdeolojîk tiştên ku hatine jiyîn hatin normalîzkirin. Weke ku zarok di navbera textê reş û lîstokan de hilbijartinê bikin, hişmendiyeke ku di navbera mirin û îdeolojiyê de bijartinê bikin ava kiriye. Di vê xalê de pergala etîk û hiqûqî ya civakê dest bi hilweşînê dike. Zarok ji kesên ku divê werin parastin derdikevin, dibin amûrên propeganda û ewlehiyê.
Îro ji bo zarokek 11 salî ku li xala kontrolê jiyana xwe ji dest daye, bikaranîna îfadeya di ‘di dema erk’ de dubarebûna qalibê heman dîrokê ne. Ev ziman tundiyê berevajî dike, mirina zarokan dike amûrek îdeolojîk û berpirsyarî û rêveberiya xirab di siya nîqaşan de dihêle.
Zarok dibin hedefên siyasetê
Li aliyê din, îdiaya ku zarok bi daxwaza xwe di vana erkan de ye, di aliyê hiqûq û exlaqî de ne derbasdar e. Tu çarçoveyên zagonî, li hemberî xetera mirina zarokan, wek kirdeyek ku xwedî îradeyek tam qebûl nake. Ev cureyên hincetan, hewldana reva saziyên ewlehî û dewletê ne û nîşan dide ku beşên herî bê parastin bi awayekî sîstematîk dixin xeterê. Ev rewş di awayên fêmkirina dewletê ya berpirsyariya beramberî zarokan krîzek kûr îşaret dike.
Ev pirsgirêk ji bûyerên kesî wêdetir e, nîşaneya ku civakê ‘ewelkirin’ û tundiyê sazî bike ye. Îro zarokên ku li xalên kontrolê û qadên leşkerî de, sibe wê vegerin zarokên ku dinyayê li ser tundiyê fêr bibin. Ev jî mîrasek bi xeter ku şekil bide çanda siyasî ya civakê.
Tu hincet xistina jiyana zarokan di xeterê de rewa nake
Ev modelek ku di şerê Îran-Iraqê de hat dîtine. Avakirina zarokên qehreman, mezinkirina nifşên ku îdeolojîk û fedekariyê normal dike. Di aliyê hiqûqnasan de ev rewş bi vekerî nayê parastin û binpêkirina giran a mafên zarokan e. Li gorî peymana mafên zarokan, tu hincetên siyasî, ewlehî û îdeolojîk xistina jiyana zarokan a xeterê rewa nake. Ev metnên navneteweyî ku zêdeyî 195 welatan qebûl kiriye, di pevçûnan de bikaranîna zarokên di bin 18 salî de hatiye qedexekirin. Wekî ku Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir, bikaranîna zarokên di bin 15 salî di xebatên leşkerî de sûcê şer e.
Encamên van pêvajoyan, tenê bi mirina mirovan re ne sînordar e. Zarokên ku di van qadan de mezin dibin, tundiyê di hundirê xwe de dijîn û ev rewş gefê li pêşeroja kes û civakê dixwe. Civakek ku zarokan ber bi qadên ewlehiyê ve dibin, jixwe zihniyetek serdest ji nû ve hildiberînin.
Di encamê de pirsgirêk ne tenê mirina zarokek e. Pergalek ku mirina wisa gengaz dike û piştre hewl dide normal bike. Zarok ji kesek ku divê were parastin tê derxistin û dibe amûreke siyasî û îdeolojîk. Ev nîşaneya krîzeke bingehîn a rêveberiyê ye, bi gotineke din, hikûmetek ku ewlehiyê li ser nirx û jiyana zarokê dide pêş û desthilatdariyek ku prensîbên herî bingehîn ên mirovan binpê dike.