Rêveberiya Xweser li kampa Serêkaniyê ji bo xwendekaran dibistan ava kir
Di encama êrîşên dewleta tirk yên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de, 68 hezar xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn. Ji ber vê yekê Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dibistanek li kapma Serêkaniyê ji bo zarokan avakirin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê di 9'ê cotmeha 2019'an de êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin û di encamê de bi hezaran welatî koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji koçberên Serêkaniyê re di 24'ê Cotmeha 2019'an de kampek bi navê kampa Waşûkanî li Hesekê avakirin. Lê ji ber hejmara zêde ya koçberan pêwistî hate dîtin ku kampek din were avakirin û di 8'ê Mijdara 2020'an de li navçeya Telayî ya Kantona Hesekê kampa bi navê Serêkaniyê hate avakirin. Di heman demê de nêzî 68 hezar xwendekarên Girê Spî û Serêkaniyê ji xwendinê bê par man. Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê - Rojava dibistanek seretayî ji bo xwendekarê kampa Serêkaniyê di 7'ê Sibata 2021'an de avakirin û niha jî 1491 xwendekar tê de dixwînin û roj bi roj hejmar zêde dibe. Ji bo ku xwendekarên refê Navîn ji xwendinê qut nebin amadekarî ji bo zêdekirina refan tê dîtin.
'Hedefgiritna dibistanan, hedefgirtina Rêveberiya Xwesere'
Ji bo vekirina dibistana Serêkaniyê sê heyv beriya niha hazirtî jê re dihate kirin. Rêvberiya Dibistana Serêkaniyê Ela Esyûd dibêje: "Di dibistana Serêknaiyê de 13'e ref hene û 45 mamsote tê de cih digirin. Ji dema vekirina wê heya roja îro 1491 xwendekar bi coş derbasî dibistanê bûn e. Xwendekar bi zimanê dayikê dixwînin. Mebesta me ji vekirina vê dibistanê berdewamkirina pergala xwendin û fêrkirinê ye, ji bo ku xwendekarên koçber bê xwendin nemînin."
Dewletên desthiladar pergala perwerdê ji xwe re dikin hedef, Ela jî bi van gotinana êrîşên dewleta tirk û hedefgiritina wan ya dibistana anî ziman: "Dema dewleta tirk êrîş kir, di destpêka de yekem zanîngeh û dibistan hedef girtin û encama êrîşan de bi hezaran welatî koçber bûn, zarok jî ji xwendinê bê par man. Hedefgirina dibistanan, hedefgirtina pergala Rêveberiya Xweser e. Pergala ku her pêkhate bi zimanê dayikê bixwîne, biaxive û dîroka xwe nasbike xeteriyek li ser dewletên desthilatdar ava dike. Me bi vekirina vê dibistanê, bersiva herî tund da desthilatdaran. Çi êrîş dibe bila bibe, lê pergala xwendinê dê dewam bike û civakeke bi exlaq û polîtîk were avakirin."
'Pêwîstî bi vekirina dibistanên dîtir jî heye'
Ela herî dawî bang li rêxistinên mafê mirovan kir û got: "Heya niha Rêxistinên Mafê Mirovan alîkarî pêşkêşî kampa Serêkaniyê nekirine. Alîkarî tenê ji aliyê Rêvberiya Xweser û komeleyên biçûk ve tê dayîn, lê ev têrê nakê. Ji bo pergala Xwendinê pêwistî bi dibistanek din heye da ku qonaxa xwendinê ya navîn li kampê were dayîn. Di heman demê de pêwistî bi pêdiviyên dibistanê jî hene."