Rêveberiya Xweser kampanyaya “Bi hev re ji bo mirovahî” ragihand
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo alîkariya maxdûrên erdhejê ya ku di 7’ê Sibatê de rû da, kampanyaya 'Bi hev re ji bo mirovahî' bi daxuyinîyekê ragihand.
Qamişlo- Di sibeha 6’ê sibatê de seat 04.17'an li navçeya Bazarcix a Mereşê erdhejek bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê di seat 13.24'an de bi pileya 7,6 pêkhat. Di her du erdhejan de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, Sûriye jê bandor bûn. Gelek zirarên xerab gihîştin mal û canê mirovan, heya niha jî gelek mirov di bin kavilan de dene û li benda alîkariyê û rizgarkirinê ne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo alîkariya maxdûrên erdhejê kampanyaya 'Bi hevre ji bo mirovahî' bi daxuyanîyekê ragihand.
Daxuyanî li studyuma 12 Adarê ya li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye bi beşdariya nûneyên Rêveberiya Xweser hate dayin.
‘Em bi hev re xwedî li hev dervikevin û vê rewşa aloz derbas bikin’
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş ve hate parve kirin wiha tê de hate gotin: “Despêkê em ji malbatên ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin, her wiha ji birîndaran re şifaya acil dixwazin. Wek tê zanîn di 7’ê sibatê erdhejeke mezin li gelek bajarên tirkiye û Sûriye rû da, her wiha di encamê de gelek bajarên ku kurd lê dijîn zirareke mezin dîtin. Bi hezaran mirov birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan û heya niha bi hezaran di bin kavilan de ne. Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yek ji erkên me yên ersasî ye ku em xwedî li vê rewşa aloz derbikevin der barê de em kampanyaya 'Bi hevre ji bo mirovahî' didin despêkirin. Ji bo em rastî encamên xerabtir neyên li herêmên xwe me çadirên alîkariyê ji gel re vedane û gelê me dikarin bi rihekî hevbeş xwedî li hev derbikevin heya ev rewş bi aramî derbas bibe. Em bangawaziya gelê xwe dikin ku li gorî derfet û îmkanên xwe alikariye bikin û em bi hêvîne ku gelê heremê beşdarî vê alîkariye bibin. Her wiha kampanya me ji îrode heya 20’ê mehê dê bidome."
'Pêwîst e weke gelê Sûriye em ji bo hev berpirsyar bin'
Cîgera Hevseroka Desteya Rêveber Ahîn Siwêd da zanîn ku ew hewil didin alîkariyê bighînin herêmên ku bûyera erdhejê lê çêbûye û li gor derfetên xwe bikin alîkar û wiha got: “Weke gelê Sûriye bi salaya em di nav şer û pevçûnan de dijîn, lê me dikaribû heya asteke bilind em xwedî li mirovên ku di herêmên me de dijîn derkevin. Niha jî berpirsyartiyeke mezin dikeve li ser milê me em xwedî li mirovên ku ji erdhejê zirar dîtine derbikevin. Armanca me ji vê kampaniyayê em alîkariyên ku kom bikin ji mirovên Sûriye bi giştî re bişînin, ji ber weke gelê Sûriye êşa me yek e û pêwîst e xwedî berpirsyatiyeke mezin bin di hemû rewş û krîzan de.”