Elbistan: Di xirabeyan de nîşaneyên jiyanê hene lê AFAD lêgerînê nake
Li Elbistana ku navenda erdheja duyemîn e, AFAD'ê dawî li xebatên xwe anî û kesên dilxwaz hê di xirbeyan de li mirovên ku dijîn digerin û xebatên xwe dimeşînin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mereş - Li Elbistanê gel li kolanan hewl didin xwe li jiyanê bigrin. Navçeya ku erdhejên biçûk berdewam dikin û pileya hewayê roj di bin sifrê 15 de ye, di saetên şevê de jî dadikeve bin sifrê 20. Li bajêr trajedî heye. Mexdûrên vê pêvajoyê jî zarokên bêparastin in. Tê diyarkirin ku li navçeyê xebatên lêgerîn û xilaskirinê pir derengî dest pê kirine. AFAD’ê encax di roja 3’emîn a erdhejê de hatiye. Yên ku ewilî digihîjîn xirabeyên avahiyan kesên dilxwaz in.
AFAD hat, geriya û çû
Dilxwazek ku di ekîba rizgarkirinê de cih digre, xebatên li bajêr tên kirin pênase dike. Dilxwaz dibêje ku piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di roja 4’emîn a erdhejê de hat bajêr, ekîbên AFAD’ê hatine bajêr û wiha got:
“Li vir AFAD tunebû. Li vir bi temamî dilxwaz hebûn. Karkerên madenê, dilxwaz û ekîbên îtfaiyeyê hebûn. Ji AFAD'ê tu kes tunebû. Piştre 2 ekîbên AFAD'ê hatin, ew jî çûn li cihên ku navenda bajêr pir zêde hilweşîn tunebû. Jixwe çawa hatin rasterast geriyan. Piştî geriyan jî gotin li vir karekî ku em bikin nemaye û niha jî dest bi hilweşînê kirin. Gelek mexdûrên erdhejê hene û hê jî di bin xirabeyan de mirov hene. Belkî mirî, belkî sax be nizanim lê beriya ku em werin vir ji me îxbarek hat. Gotin deng heye. Gotin dengek ku dibêje ez hê dijîm heye. Nîvê ekîba me çû wir."
Di roja 6’emîn de nîşaneyên jiyanê hene
Dilxwaz diyar kir komên lêgerînê ji germahiya bedenê jî teyît digrin û wiha axivî: “Îro roja 6’emîn e û hêj mirov dijîn hene. Ez dubare dikim, bila li binê hemû keviran were temaşekirin. Rewşekî hêj dijî an jî miriyê nîn e. Bila mirî an jî sax, bi tevahî were temaşekirin.”
Di konekî de 60 kes dimînin
Gel li bajêr hewl didin ji xwe cihên stargeh ava bikin. Sûriyeyiyên ku li Elbistanê dijîn jî ji şer reviyan û bi rûyê herî bi êş ê erdhejê re rû bi rû man. Diyar dikin ku bi tiştên ji derdorê dibînin ji xwe re stargeh çêkirine, li qadekî teng ku mirov dikare bibejê kon, 60 kes hewl didin bijîn. Li vir tişta herî balkêş jî zarok in. Zarok bi xwişk û birayên xwe yên ji wan biçûktir re hewl didin bi agir an jî li qadên serober de germ bibin.
Gel bajêr diterikîne
Yek ji navendên ku li Elbistanê alîkarî belav dibe Mala Cemê ye. Mala Cemê ji bo hin welatiyan bûye cihê stargehê. Ji kêliya ewil a erdhejê ve heta niha li wir dimînin. Li vir maseyek krîzê hatiye avakirin. Mirovan ji van qadan bajêr diterikînin. Yek ji sedemên herî mezin ê vê yekê nebûna cihekî mayînê û erdhejên biçûk ên her kêlî berdewam dikin. Jixwe mexdûrên erdhejê diyar dikin ku konên AFAD’ê hê duh hatine danîn û ji ber hewaya sar mayîna di konan de ne mimkun e. Mirovan ji Mala Cemê qeydên xwe dihêlin û koçî parêzgehên rojava bi taybetî Mêrsînê dikin. Ji vê xalê her roj bi sedan otobus radibin.