Rêveberiya Xweser: Gef li jiyana 5 milyon kesan tê xwarin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da, destnîşan kir ku bi êrişan gef li jiyana 5 milyon kesan tê xwarin û banga rawestandina êrişan hat kirin.

Reqa – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk ên 4 rojên dawî de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn. 

Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyanî bi zimanê Kurdî, Hevserok Hisên Osman jî bi zimanê Erebî xwend.

‘Êriş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike’

Di daxuyaniya ku êriş hatin şermezarkirin de hat bibîrxistin ku di nava 4 rojan de dewleta Tirk li Cizîrê, Kobanê , Til Temir û Eyn Îsayê êrîşên hewayî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Her wiha çeteyên wê êrîşên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrîşên bêyî tu hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê û jiyanî bixin xeteriyê û wiha hat gotin: “Dixwazin bi vê yekê planên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend salin em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin.

Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike; dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrîşan bigirin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin. Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên me yên ewlekariyê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî dimeşînin, dikin.”

‘Gef li jiyana 5 milyon kesan tê xwarin’

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku eger êrîş dewam bikin, dê bi xwe re encamên xeternak derxîne û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:

“*Derxistina karesteke mirovî û aborî

*Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê

*Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.

*Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike

*Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike

*Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”

Bang

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku encamên van êrîşan bibînin, rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike.

Di daxuyaniyê de bang li li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin, yekîtî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk, bi bin bixin.

Bilançoya êrişan a 4 rojan

Di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan hatin dayîn û ev agahî hatin parvekirin:

“*Hejmara êrîşên bi balafirên keşfe:  118

* Hejmara êrîşên balafirên şer: 20

* Hejmara êrîşên bi topên hawanan: 893

* Hejmara tevahî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker: 1031

* Hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dan: 17

* Hejmara birîndaran: 65

* Stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombrbarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji kehrebeyê bêpar man.

* Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bûye.

*Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.”