Dayîkên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza hesabpirsînê bernedin

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, daxwaza eşkerekirina gora Veysel Gunay ku piştî hatî darvekirin hatî windakirin kirin û daxwaza xwe ya edalet û heqîqetê dûbare kirin.

Navenda Nûçeyan – Dayîkên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina kiryaran, di hefteya hezar û 107’an a çalakiya xwe de li Qada Galatasaray a li Beyoglu ya li Stenbolê hatin ba hev. Gelek kesên beşdarî çalakiyê bûne, wêneyên windayan û qurnefîlên sor hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Veysel Guney (24) ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an hate darvekirin û cihê gora wî hîna nehatiye eşkerekirin hate pirsîn. 

Metna çapemeniyê ji hêla Îkbal Eren ve hate xwendin.

‘Jêbirina bîra civakî û dîrokê’

Îkbal Eren diyar kir ku gor beşek girîng a bîra civakê ne û got: “Mirovekî bê gor hewldanek a jêbirina bîra civakî û dîrokê ye. Ji ber vê, em navên hezkiriyên xwe yên winda yên ku bê gor û bê cih ji bîrê hatine derxistin, zindî dihêlin û vegotina çîrokên wan di qada giştî de didomînin.”

Îkbal Eren bal kişand ser girîngiya eşkerekirina cihên goristanên kesên bi destê dewletê di binçavan de winda bûne û wiha domand: “Eşkerekirina cihên goristanên kesên ku di binçavan de winda bûne û bi destê dewletê hatine înfazkirin, yek ji şertên bingehîn ên ji nû ve avakirina bîr, edalet û rûmeta mirovan e.”

Îkbal Eren wiha got: “Veysel Guney ê 24 salî, di 28’ê Kanûna 1980’an, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, li Dîlokê di serdegirtina malekê de birîndar hate girtin. Di tevahiya dema girtina xwe de di hucreya yek kesî de ma. Destûr nehat dayîn ku bi kesî re, tevî malbata xwe, hevdîtinê bike.”

‘Qanûnek taybet ya bêyî biryara parlementoyê’

Îkbal Eren da zanîn ku daxwaza Veysel Guney ya parêzer li Dadgeha Leşkerî ya Hejmar 2 ya Fermandariya Rêvberiya Teng a herêma Edeneyê dihat darizandin, hate redkirin û mafê wî yê parastinê tune hate hesibandin û wiha got: “Di 17’ê Sibata 1981’an de, bêyî ku belgeyek ku sûcdariyên dijî wî îspat bike, cezayê darvekirinê lê hate birîn. Darvekirina Veysel Guney bi qanûnek taybet ya bêyî biryara parlementoyê hate derxistin û ew di 10’ê Hezîrana 1981’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê hate darvekirin.”

‘Piştî darvekirinê cenazeyê wî hate windakirin’

Îkbal Eren behsa bûyerên piştî darvekirinê kir û got: “Piştî Veysel hate darvekirin, pênûs, cixare û çeqmeqa wî bi qeydek nivîskî radestî bavê wî Alî Guney kirin. Lê, cenazeyê wî, ku bi girteka hejmar 266’an di 10’ê Hezîrana 1981’an ji bo radestî bavê wî bikin didin fermandar Burhan Erdem hate windakirin.” 

Îkbal Eren, bal kişand ser daxuyaniyên dozger Mete Gokturk, yê di pirtûka xwe ya bi navê ‘Ma We Edalet Dît?’ ku piştî salan hat weşandin ku di dema darvekirinê de amade bû û wiha got: “Gokturk nivîsand ku ti belge tunene ku Veysel Guney sûcdar bike. Wî her wiha gumanên xwe yên li ser ka darizandin bi awayekî bêalî û adil hatiye kirin an na, bi raya giştî re parve kir.”

Îkbal Eren îfade kir ku malbat bi salan ji bo dîtina cihê veşartinê têkoşiyaye û got: “Malbat û hevalên Veysel, dema ku li cihê wî digeriyan, qeyda dawî ya Rêveberiya Goristanên Dîlokê ya 9’ê Hezîrana 1981’an, di sala 2006’an de dîtin. Di vê qeydê de tê gotin ku kesekî 'nenas' hatiye darvekirin û di gora hejmar 105341 de hatiye veşartin.”

Îkbal Eren di derbarê lêkolînên DNA’yê de wiha got: “Lê belê, vê raporê hem di nav malbata Guney de û hem jî di nav raya giştî de gumanên cidî derxistiye holê. Pirsên li ser ka rapor rastiyê nîşan dide û gelo nimûneyên ku ji Tiba Edlî re hatine şandin rast in, hîn jî bêbersiv mane.”

‘Em ê dev ji daxwaza hesabpirsînê bernedin’

Îkbal Eren, gotina dayîka Veysel Guney, Zeynep Guney, bi bîr xist û got: “Min wêneyê kurê xwe di çavê xwe de xêz kiriye, navê wî li ser zimanê xwe nivîsandiye û gora wî di dilê xwe de kolaye.” Îkbal Eren destnîşan kir ku Zeynep Guney di sala 2012’an de û Elî Guney jî di sala 2014’an de bêyî ku bigihîjin gora kurê xwe wefat kirine. Îkbal Eren got: “Çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Veysel Guney û hemû windakiriyên xwe bernedin; em ê dev ji bîranîna di bîrxistina dewletê ku divê ew di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevbigere bernedin.”

‘Êşa me wek roja destpêkê nûye’

Piştre, birayê Veysel Guney, Îsmaîl Guney, nameya ku birayê wî Ayhan Guney şandibû xwend. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Ez birayê Veysel Guney im ku piştî darvekirina wî 45 sal berê cenazeyê wî winda bû. Berî çûyîna wî ya fîzîkî destûr nehat dayîn ku em Veysel bibînin. Dema ew ber bi darvekirinê ve dihat birin, me tenê karibû wî demek kurt bibînin. Di navbera me û Veysel de leşkerên çekdar hebûn. Wan destûr nedan em wî hembêz bikin. Diya min bi êşa ku heta mirina wî nekarîbû cara dawî hembêz bike jiya. Ez dixwazim hestên xwe bi dirêjî vebêjim, lê ji kerema xwe re min bibexşînin, dema ez vê dinivîsim ez nikarim hêsirên xwe kontrol bikim. 45 sal in, êşa me wek roja yekem nû ye. Wan rê li ber şahidiya wê kêliyê girt, lê dozgerê darvekirinê ku di darvekirinê de amade bû pitî 25 salan şahidiya xwe da. Diya min û bavê min, ku 31 sal in li kurê xwe yê 24 salî digerin, çavên wan vekirî ma. Wan lêgerîna xwe ya edaletê ji mere mîras hiştin. Em ê xwedî li mîrasên wan derbikevin.”

Piştî xwendina nameya Ayhan Guney, qurnefîl li ser bîrdariya li Qada Galatasarayê hatin danîn.