Rêveberiya Xweser êrîşên dewleta Tirk pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyaya têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê amede kiribû ji Neteweyên Yekbûyî û sazî û rêxistinên navneteweyî re şand.

Navenda Nûçeyan - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û derbarê bûyerên di navbera 4-10’ê Cotmeha 2023’an de li herêmê qewimîn, dosyayek amade kir. Di dosyayê de agahî hat dayîn ku Tirkiyeyê 304 êrîşên hewayî û bejahî li 224 qadên cuda pêk anîne û di 221 êrîşan de top û çekên giran û 83 ji wan jî balafirên bêmirov û balafirên şer bi kar anîne.

Hat diyarkirin ku tesîsên/qadên gaz û petrolê, santralên elektrîkê, stasyonên avê û navendên tenduristiyê, kampên Waşûkanî û Roj ên ku penaber lê dijîn û bi dehan gund bûne hedef, herwiha hate ragihandin ku di van êrîşan de 5 jê ji Kobanê 47 kesan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne.

‘56 milyon dolar zerer heye’

Agahiyên di dosyayê de ji aliyê dîmenan ve hatin piştgirîkirin, hat diyarkirin ku di êrîşan de 56 milyon dolar zerer dîtiye binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dosyaya ku ji aliyê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ve hatibû amadekirin ji sazî û rêxistinên navneteweyî re hate şandin. Di nav navnîşanên ku dosya ji wan re hatiye şandin de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) jî hene.

Sazî, rêxistin û siyasetmedarên Ewrupayê yên ku dosya ji wan re hatiye şandin wiha ne:

- Martin Griffiths, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn

- Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen.

- Nûnerên DYE, Îngîltere, Fransa, Elmanya, Swêd, Fînlandiya, Hollanda û Yewnanîstanê yên li Cenevreyê yên Neteweyên Yekbûyî.

- Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî

- Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî

- Wezareta karên derve ya Swîsreyê

- Organîzasyona SÎTÎM a Swîsreyê

- Enstîtuya Lêkolînên Bilind a Cenevreyê

- Dezgehên ragihandinê yên herêmî û navneteweyî

- Wezaretên derve yên Yekitiya Ewrupa, Belçîka û Hollanda

- Parlementerên Ewrupî û Belçîkayî

- Partî û şexsiyetên siyasî yên Belçîka, Hollanda û Luksemburgê

- Sazî û rêxistinên sivîl ên navneteweyî yên Belçîkayê

- Serokwezîriya Avusturya, serok, endam û serokên partiyên parlamentoya Avusturya û Ewrupayê

- Wezareta Karên Navxweyî û Derve ya Ewrupayê

- Medyaya navneteweyî ya Avusturyayê, navendên lêkolînê û sazî û rêxistinên alîkariyên mirovî.