Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em bi gelê xwe re ne
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê der barê hewldanên Iraqê ya malbatên ku di fermanê de alîkarî dane DAIŞ’ê vegerînin Şengalê daxuyaniyek da.
Şengal – Duh Hêzên Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî) û Artêşa Iraqê beşek malbatên ji pêkhateya Erebên Sûnî ku beriya fermanê li Şengalê bûn û alîkarî dabûn DAIŞ’ê vegerandine Şengalê û biryar e bi giştî 30 malbat vegerînin. Berê jî çend caran Iraq hewldabû van malbatan vegerînin Şengalê, lê rastî nerazîbûnên tund yên civaka Êzidî hatibûn û vegera wan hatibû rawestandin.
Rêveberiya Xweser ya Şengalê derbarê hewildanên vegerandina hevkarên DAIŞ’ê de daxwiyaniyek dan. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê de wiha hat gotin:
“Ziyanên ku civaka Êzidî di dema fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’yan de ji ber biçûkxistin û pejirandina kiryarên partî û aliyên siyasî ku heta niha jî xizmeta berjewendiyên teng dikin girtî, ne veşartî ne. Wek tê zanîn ji beriya niha Şengal di bin kontrola Hêzên Emnî yên hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûn. Ji bilî nexweşî û ne aramiyê, nekarînecivaka Êzidî biparêzin û wan ji terorîstan re hêlan ku hîna hestiyên wan di gorên komî de mane.
Hikûmeta Iraqê di nava lez û bezekê de ye ku li gel hevkar û alîgirên rêxistina terorê DAIŞ’ê, bê ku qurbaniyên rêxistina terorê berçav bigire, hevpeymanek çêbike. Mijara Şengalê di çarçoveya Iraqê de taybet û mezine. Ji ber vê siyaseta şaş e ku karesat û êş li Şengalê hatiye hiştin û îro ji aliyê hêzên Emnî yên Şengalê ve tê meşandin.
‘Em li dijî her cure êrişan bi gelê xwe re bin’
Buyera duh a li Şengalê vegerandina hinek malbatên Sunne ku ji aliyê hêzek mezin a emnî ya Artêşa Iraqê ve dihatin parastin, dirûşmeya ‘Rastî bi serket, direw binket’ li pey xwe anî. Her wiha ji aliyê hêzên emnî ve hatibûn dorpêçkirin û parastin. Dîtin ku kolanên Şengalê û malbatên qurbaniyan ji vê yekê nerazî ne.Yek ji kesên vegeriyayî ji aliyê dezgeha dadwerî ya Şengalê ve hat girtin û yek ji kesên rizgarbûyî piştrast kir ku dema ew endamê HSB li gel DAIŞ’ê bû, çend caran rastî wî zilamî hatiye. Lê hinek aliyên siyasî jî ev yek bi awayekî berevajî şîrove kirin. Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirin. Her cure hesab û bazarên li ser xwîna gelê me tê kirin red dikin, em ê di şahî û ahengan de li gel gelê xwe bin.”
Di heman daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê daxwaznameyek ji 8 xalan pêk dihat pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir.
Xalên hatine daxwaz kirin wiha ne:
“1-Vegerandina kesûkarên qurbaniyan û kesûkarên şehîd û kesên hatine revandin li Şengalê, her wiha rawestandina vegerandina malbatên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê.
2-Ji sala 2003’yan ve bûdçeya Şengalê tê dizîn.
3-Di nava karên giştî û hemû mafên sivîl û leşkerî de, ne yeksanî navbera civaka Êzidî û gelê Iraqê de, heye divê ev yek bê rakirin.
4-Mafên ew hêzên ku dijî DAIŞ’ê şer kirîn û Şengalê wek beşek ji axa Iraqê parastîn, werin dabînkirin.
5-Berpirsên ketina Şengalê ya destê DAIŞ’ê de, werin lêpirsîn.
6-Naskirina Encûmena Rêveberiya Xweser a Şengalê ku li gorî destûra Iraqê mafekî rewa ye.
7- Siyaseta aliyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de winda kirine, red dikin.
8- Demil dest avakirina Şengalê û vegerandina xelkê bi taybetî hejar û kesûkarên şehîd û kesên hatine revandin.”
‘Em bi gelê xwe re ne’
Cigira Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Caklîn Hisên der barê mijarê de wiha got: “Weke civaka Êzidî me ji dîrokê heya roja îro bi gel û baweriyên cuda re jiyan kirin lê di fermanê de gelek malbatên Sune bi çeteyên DAIŞ’ê keç û kortên me kuştin û em qirkirin. Niha jî weke ku tiştek nebuye Hukumeta Iraqê dixwaze wan bîne Şengalê, çawa difikirin ku gel xwe ji wan re bêdeng bike, bê guman gel wan qebûl nake weke Rêveberiya xweser em ê tu caran bêdeng nebin em bi gelê xwe re ne û em tu car nayên listokên fermanan.”