‘Divê polîsên ku îşkence li rojnamegeran kirine bên darizandin’

RSF'ê îşkenceya polîsan şermezar kir û xwes ku Sedat Yilmaz û Eylem Nazlier serbest bên berdan.

Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Rojnamegerên Eylem Nazlier, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Yadigar Aygûn, Esra Soybîr û Zeynep Kuray ên li Kadikoyê dema xwestin girtina hempîşeyên xwe şermezar bikin hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Şîdeta polîsan

Sedat Yilmazê ku hat binçavkirin, diyar kir ku polêsên ku li Enqereyê ew birin, li wî xistine û ji ber derba ku li serê wî ketiye gehek wî nabihîse. Rojnamegerên ku dema xwestin hempîşeyên wan serbest bên berdan jî rastî tundiya polîsan hatin.

Eylem Nazlier wiha got: “bi pişte ve destê min kelebçe kirin. Dema min got hun nikarin bi pişte destê min kelepçe bikin, polêsan got, 'Tu yê fêrî bêdengiyê bibî' û ez avêtim nava erebê. Piştre Serpîl Unal anîn wesayîta binçavkirinê. Êrîş dikirin, ji ber ku min dizani bû pirskirêkên tendûristiyî heye min got 'Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, tiştê ku hin dikin suc e'. Polîsê ku ez bawerim qey midûrê polîsên Kadikoyê ye, bi şîmaq û kulm li rûyê min xist û got 'Tu nikarî bersiva min bidî'.  Eylem Nazlier diyar kir ku ew bi saetan di wesayîtê de destê min bi paş kelepçekirî li bendê man û di destên wan de birîn hene.

Tişta qewimî îşkence ye

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) xwest polîsên ku tundî li rojnamegeran bikar anîne bên darizandin. Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû xwest polîsê ku rojnamegeran derb kiriye were tespîtkirin û bên darizandin û xwest polîs bên teşhîskirin û bên darizandin û wiha got: " bi kelepçeyan ve 15 saetan derketina rê işkenceye a ya li girtîgehê jî îşkence ye." Em dixwazin polêsên ku li Stenbolê li nûçegihana Evrenselê Eylem Nazlier derb kirin û li Enqereyê pihîn li serê rojnameger Sedat Yilmaz xisti bû, bên teşhîskirin û bên darizandin."