‘Rêveberiya demkî polîtîkayên perçekirin û înkarê didomîne’
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên ku rêveberiya demkî ya Şamê amadekariya wê dike, şermezar kirin û tekez kirin ku dem dema çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyeyê ye û hilbijartin nasname û vîna gelê Sûriyeyê nîşan nade.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Rêveberiya demkî ya Şamê amadekariya lidarxistina qaşo ‘hilbijartinên parlamentoyê’ ku wê di Îlonê de çêbibin dike. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb û Suryanan amadekariya van hilbijrtinan şermezar kirin û weke hilbijratinên ne demokratîk û berdewamkirina siyaseta înkar û tunekirinê bi lêv kirin.
‘Beriya hilbijartinan pêwist e pirsgirêka ewlehî û aramiyê were çareserkirin’
Rojîn Elî Xelef ku ji pêkhateyên Kurd e da zanîn ku rêveberiya demkî ya Şamê bi hincetê ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bi ewle ye, siyaseta înkar û tunekirinê didomîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi milyonan kes ji hemû pêkhate, ol û baweriyan lê dijîn. Rêveberiya demkî ya Şamê bi hinceta ku herêma me ne bi ewle ye hilbijartinê lê çênake lê herêma me ji herêmên din ên Sûriyeyê b ewletir e. Em dibînin di vê pêvajoyê dixwazin dest bi siyaseta înkar û tunekirinê ya ku rejîma Baasê li ser gelan dimeşand bidomînin.”
‘Dixwazin Sûriyeyê perçe bikin’
Sîlav Berî ku ji pêkhateyên Suryan e diyar kir ku hilbijartinên rêveberiya demkî amadekariya wê dike dê pirsgirêk û daxwazên gelên Sûriyeyê bi cih neyne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema hilbijartin li Sûriyeyê pêk were divê ji hemû pêkhateyan û ji tevahî Sûriyeyê cih tê de bigrin lê em dibînin ku mafê me tê de tune ye û em hilbijartinên bi vî rengî qebûl nakin. Pêwist e her kes wê qebûl neke. Hilbijartinên ku dixwazin pêk bînin perçekirina Sûriyeyê û binpêkirina mafên gelên Sûriyeyê armanc dike. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêma herî bi ewle û aram e, li vê derê gel xwe bi xwe birêve dibe û mafê her kesê di her qadî de heye lewma em dibînin herêma me mozayîk e û her kes nasnameya xwe tê de misoger dike .”
‘Polîtîkayên rejîma Baasê berdewam dikin’
Fatma Ewed ku ji pêkhateyên Ereb e destnîşan kir ku Sûriyeya nû bi dubarekirina siyaseta dûrxistin, perçekirin û înkarê nayê qebûlkirin û wiha anî ziman: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, rengîn û ne navendî têkoşîn û berxwedaniyek mezin li hemberî polîtîkayên înkar û perçekirinê ku ji aliyê desthiltdariya rejîma Baasê ve dihat meşandin domand. Îro rêveberiya demkî ya Şamê careke din wê polîtîkayê berdewam dike. Em weke dayikên Rojava me zarokên xwe feda kir, kes nikare îro hebûn û nasnameya me înkar bike. Hilbijartin me temsîl nake û em bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van hilbijartinên vîna me temsîl nakin qebûl nekin.”