Rîham Hico: Gelek lîstik li ser dîlgirtiyan tên meşandin

Berdevka Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico got ji bo lîstikên li ser dîlgirtiyan tên meşandin pûç bikin û di asta navneteweyî de rojevekê ava bikin, pêngava ji bo dîlgirtiyên fermanê dane destpêkirin.

CÎHAN ZEMO

Şengal – Di 17’ê Tîrmehê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşmeya ‘ji bo edelat û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ pêngavek da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê gelek kar û xebat hatin meşandin. Berdevka Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico, der barê wate û girîngiya pêngavê, hedef û armancên wê û di vê çarçoveyê de heta niha kar û xebatên hatine meşandin de, ji bo ajansa me nirxandinên girîng kir.

‘Me salvegera fermanê bi dirûşmeya pêngavê pêşwazî kir’

Di destpêka axaftinên xwe de Rîham Hico balkişand ser armanca vê pêngavê û wiha got: “Weke TAJÊ di bin sîwana jinên Êzidî yên li Ewropa, bi piştgiriya jinên Êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê, Ermenîstan û Rûsyayê me dest bi vê pêngavê kir. Armanca pêngava me ew bû ku him ji bo rewşa dîlgirtiyan, him jî ji bo jenosîd bê naskirin, em xebatan bimeşînin. Me ev pêngav di 17’ê Tîrmeha 2026’an de da destpêkirin û wê heta 25’ê Mijdara 2026’an dewam bike.”

Rîham destnîşan kir ku ev pêngav ji aliyê TAJÊ ve li Şengalê hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Me bi daxuyaniyekê ev pêngav ragihand. Ev mehek û nîv di ser destpêkirina pêngavê re derbas bû. Di nav vê meh û nîvê de me gelek kar û xebat meşandin. Xebatên me, li ser esasê naskirina jenosîd, dîlgirtî û dilgîrtiyên ku ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin bû. Me salvegera fermanê bi vê dirûşmeyê pêşwazî kir; ‘ji bo edelat û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’.”

Zarokên wan li Fîlîstin, li Lîbyayê an li welatek Ereban e lê navnîşan ne diyar e

Rîham Hico karên ku di vê meh û nîvê de TAJÊ di pêngavê de kirine, wiha vegot:“Di vê çarçovê de semîner hate dayîn, her wiha me serîlêdana malbatên dîlgirtiyan kir û bi gelek aliyên re hevdîtin hate çêkirin. Me di seredan û hevdîtinan de xwest em nêrîn û helwestên wan bigrin. Ji bo azadkirina dîlgirtiyan gelek nêrînên wan ên cuda hebûn. Ji ber ku hinek dîlgirtî pêwendî bi malbatên xwe re datînin, malbatên wan ji wan agahdar in. Lê tenê malbat nikarin xwe bighînin wan. Hinek malbat dibêjin me agahî girtine ku zarokên me li Fîlîstin, li Lîbyayê an li welatek Ereban e; lê rasterast navnîşan nîne ku tu xwe bighînî wan. Gelek caran dîlgirtî bi xwe jî navnîşanên lê ne nizanin. Di vê mijarê de dewleta Iraqê jî nabe alîkar, saziyên wan ên ku ji bo dîlgirtiyan hene jî ne amade ne ku bibin alîkar. Herî zêde ên ku me mijûl dike ew e; gorî me agahiyên ji malbatan girtine em dikarin çi bikin.” 

‘Gelek dîlgirtî hîn jî ji aliyên DAÎŞ’ê ve tên tehdîtkirin’

Rîham Hico balkişand ser lîstokên qirêj ên ku li ser dîlgirtiyan tên meşandin û pêl da gotinên xwe: “Dîsa me dîlgirtiyên ku ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin, him bi yên jin him jî yên xort re hevdîtin û civîn çêkirin. Me li wan guhdar kir û nêrînên wan girt. Dema tu bi dîlgirtiyên hatine rizgarkirin re diaxivî, tu gelek tiştên nû peyda dikî. Gelek ji wan hîn ji aliyê DAÎŞ’ê ve tên tehdîtkirin. Wek tê zanîn li Iraqê qanûna dîlgirtiyan derketiye, li gor vê qanûnê pêwîst e beşek DAÎŞ’î bên darizandin lê ji bo vê divê dîlgirtiyên hatine rizgarkirin li wan gilî bikin. Divê dîlgirtiyên hatine rizgarkirin li wan mikur were, bêje ev kes DAÎŞ’î ye lê dîlgirtî newêrin li wan gilî bikin. Ji ber dema wan gilî bikin navê wan di qeydan de eşkere dibin û DAÎŞ pir bi hêsanî xwe dighîne wan an jî malbatên wan û wan tehdît dikin. Ji ber vê jî pêngava me ji bo rewşên wisa ji dîlgirtiyan re bû weke hişyariyekê ku paş de gav navêjin.”

Gelek weqf, komele, sazî û hwd, wan dîlgirtiyan weke reklam bikar tînin

Rîham ragihand ku gelek weqf, komele, sazî û hwd, wan dîlgirtiyan weke reklam bikar tînin û wiha domand: “Mînak ev sazî kongreyek an konferanseke çêdikin, van dîlgirtiyan bi pere dibin beşdarî van civînan dikin û didin axaftin. Tenê tiştên giştî bi wan didin gotin; çi hatine serê wan; kiryarên van bûyeran û hwd. tiştên girîng nadin gotin. Weke TAJÊ em bi vê pêngavê dixwazin xwe bighînin wan belgeyên girîng ku em bikaribin encameke baş bigrin. Bi vê pêngavê me astekê xwe gîhand dîlgirtiyên hatine rizgarkirin û me xwest em bi wan re bibin alîkar. Bi vê pêngavê gelek ji wan pir kêfxweş bûn lê mixabin gelek ji wan dîlgirtiyên hatine rizgarkirin jî ji tirsan nikarin rastiyê bînin ziman.”

‘Ev pêngav bû wesîle ku em bikevin nava jiyana dîlgirtiyan’

Rîham Hico di çarçoveya vê pêngavê de behsa kar û xebatên meşandine kir û wiha pê de çû: “Ev pêngav bû wesîle ku em bikevin nava jiyana dîlgirtiyan. Herî dawî jî me di 5’ê Îlonê de şêwirek li dar xist. Armanca vê şêwirê ew bû ku rewşa dîlgirtiyan, siyaseta li ser wan, bandora fermanê ya derûnî ku li ser civaka Êzidî bê nîqaşkirin. Dîlgirtiyên hatine rizgarkirin jî tevlî vê şêwirê bûn, malbatên dîlgirtiyan jî her wisa. Dîsa gelek çalakvanên li Şengalê kar û xebat dimeşînin jî tevlî vê şêwirê bûn. Bi nîqaş û avakirina rojêvê de şêwireke serkeftî bû. Dibe ku qasî tê xwestin nebe lê di astekê de baş bû. Di heman demê de ev pêngava me di asta Iraqê jî rolek lîst. Nêzî 40 weqf, komeleyên jinan û yên çandî ji bo vê pêngavê piştevaniya xwe dan diyarkirin. Dîsa gelek çalakvan û kesayetên sivîl jî piştevaniya xwe dan diyarkirin. Ev yek tiştekî girîng bû. Vê kampanyaya me di asta Iraqê de jî rojev ava kir. Piştî demekê di çarçoveya vê pêngavê de wê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê hin çalakî bên lidarxistin. Em armanc dikin ku di dawiya vê pêngavê de hin bîryaran derxin, ji bo jenosîda Êzidiyan bên naskirin hin zextên navnetewî çêkin ku dîlgirti jî bighîjin mafê xwe.”

‘Gelek lîstik li ser dîlgirtiyan tên meşandin’

Rîham Hico anî ziman ku siyasetek pir qirêj li ser dîlgirtiyan tên meşandin, her kes dîlgirtiyên hatine rizgarkirin li gorî berjewendiyên xwe dişxulînin û ev agahî dan: “Gelek plan û lîstok li ser van dîlgirtiyan tên meşandin. Îro roj em mêze bikin, ji sedî 90 dîlgirtiyên hatine rizgarkirin li derveyî Şengalê dijîn. Dewletên weke Kanada, Holanda û Swêd herî zêde dîlgirtiyên hatine rizgarkirin dihewînin lê dema mirov li van dewletan mêze dikin; ji bo ji nû ve avakirina Şengalê, ji bo başkirina dîlgirtiyan tiştek di Şengalê de nekirine. Cihê ku dîlgirtiyên hatine rizgarkirin bibin Ewropa û wan ji ax, ziman çand, bawerî û ji nasnameya wan dûr bixin, dikarin li Şengalê pêwîstiyên wan bi cih bînin.”

‘Di her planek TAJÊ de dîlgirtî hebûn’

Rîham Hico diyar kir ku dîlgirtî rastî gelek rewşên ne baş hatine wiha destnîşan kir: “Em dizanin van kesan êşên pir mezin jiyan kirine; rastî tecawiz û hovîtiyek pir mezin hatine lê ev derûniya ku ew tê de ne, bi derxistina van kesan a derveyî welat nayê derbaskirin. Derbaskirina vê derûniyê ancax li ser axa xwe û bi rêbazên tendurist, alaqayeke mezin çê bibe. Armanca pêngava me yek jî ev e; bi vî awayî siyaseta valakirina Şengalê em qebûl nekin. Bi van plan û lîstokan dixwazin dîlgirtiyên hatine rizgarkirin li dijî nasname, hebûn û doza Êzidiyan bidin şixulandin. Ji ber me bi vî awayî xeteriyên mezin dîtin û me xwest li gor van xeteriyan gav biavêjin. Ev pêngav jî beşekî vê bû. Ji ber gelek caran mijara dîlgirtiyan tenê 3’yê Tebaxê dihat ser ziman. Lê em weke TAJÊ di her planeke me de dîlgirtî hebûn. Lê belê dihat dîtin ku hin beş tenê di dema kongre, konferans, şêwiran de wan didin axaftin. Tenê di wan deman de dîlgirtî dihatin bîra wan.”

Mijara parastinê mijareke sereke ye’

Rîham Hico bahsa zêdekirina hêzên leşkerî yên Iraqê ku li Şengalê bûye kir û wiha berdewam kir: “Piştî 3’yê Tebaxa 2026’an Şengal ket nav rewşeke awarte. Gel di nav aramiyê de bû, tiştek nebû. Lê ji nişka ve artêşa Iraqê li her derê Şengalê belav bû. Him hejmara leşkerên xwe yên di seytereyên heyî de zêde kirin hem jî hejmara bendên kontrolê zêde kirin. Ev bi xwe metirsiyekê di nav civakê de çêdike. Bifikirin, sibehekê hûn radibin û her tişt hatiye gûhertin. Mirovên medenî jî pirs dikin; gelo tiştek bûye heta ev ewqas hêz zêdekirine? Wê DAÎŞ êrîş bike? Wê artêş û YBŞ li hev bixin? Ev zêdebûn di mêjiyê civakê de gelek pirsan ava dike.

Hatina wan nerihetiyeke mezin daye avakirin

Civaka me ji fermanê ders derxistiye. Mijara parastinê mijara sereke ye. Êdî civak parastina xwe naspêre tu kesekî. Baweriya civaka Êzidî bi ti hêzeke ne Şengalî be, ne ji civak û zarokên wê be nayê. Ji ber me di fermanê de dît, bi hezaran leşker hebûn, lê dema ferman qewimî kes xwedî li Şengalê derneket. Ji bo wê jî di mijara parastinê de heta niha civak nizane ka dewleta Iraqê dixwaze çi bike. Civak ne pêre ye ku şerek derkeve. Ji ber êdî ev civak nikare şerekî din rake. Lê ne li gel wê ye jî teslîm bibe, civak bibe êsîrê dewletê. Hêzên parastinê yên Êzidiyan hene. Ger tenê di temama Iraqê de tenê hêzên leşkerî yên ne fermî hebûna mafê hikûmetê hebû ku bêje, wele tenê li Şengalê hêzên parastinê ne di bin emir û talîmatên min de ye, hêzên ne fermî tê de ne. Lê em dizanin ku ji Başûrê Kurdistanê bigre heta Basrayê sînorên Iraqê di destê komên cuda de ne. Her komek cihekî digre. Ji xwe piştî biryara komkirina çekan jî van hêzan bertek nîşan dan û gotin em çek û îradeya xwe teslîm nakin. Her hêzek jî hincetên xwe tîne ser ziman. Hinceta ti kesî jî biqasî ya me watedar nîne. Em weke civaka Êzidî rastî fermanekê hatine, mafê me yê xweparastinê û xwerêvebirinê heye.”