Rêvebera Kongra Star: Armanca me jiyanek demokratîk û hevbeş e

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Hiyam Yûsif got ku xurtkirina jiyana hevbeş a demokratîk û aştiyane li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yek ji armancên têkoşîna wan e.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star rêxistineke konfederal a demokratîk a jinê ye, di 2005’an de hat damezrandin. Niha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin dike, heman wextê li Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê jî nûnertiyên wê hene. Yek ji hedefên Kongra Star "Li dijî îdeolojiyên wekî neteweperestî, mezhebperestî an jî şovenîzmê  xurtkirina jiyana hevbeş a demokratîk û aştiyane ya komên etnîkî û olî yên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê." ye.

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hiyam Yûsif ji mere behsa vê xalê kir ku li dijî jiyana hevbeş çiqas êrîş hene û gel û jin bi çi awayî nêz dibin, kir.

‘Têkoşîna 19 salan didome’

Hiyam Yûsif got ku têkoşîna Kongra Star di nav 19 salan de dimeşîne wekheviya di navbera jin û mêr de armanc dike herwiha edaleta civakî pêş dixe her wiha jiyana hevbeş a di navbera netewan de xurt dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di rêxistinbûyîn û rêveberiyê de em hewl didin ku hevsengiyekê di navbera hebûna netewan de çêbikin, heta dawî jî em li dijî qirkirinên çandî û netewî têdikoşin. Em xwe dispêrin paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û di vir de em hewl didin hişmendiya ku xwe dispêre netewperestiyê a dewlet avakiriye, biguherin û li şûna wê fikrekî demokratîk û aştiyane pêş bixin."

'Li dijî netewperestiyê pergaleke demokratîk xwe dispêre azadiya jinê hat pêşxistin'

Hiyam Yûsif da zanîn ku zemînê xurtkirina jiyana hevbeş piştî rizgarkirina herêman ji terora DAIŞ’ê bihêztir bû û wiha pêl da gotina xwe: "Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞ’ê Kongra Star û Rêveberiya Xweser dikarîbûn ew fikrê tundrew bi perwerdeyê bide guhertin û hîn bêtir jin û civakeke hevgirtî bi hemû netewên wê ava bike. Bi xebatên avakirinê re, pergaleke demokratîk xwe dispêre Netewa Demokratîk ku di nav de azadiya jinê bingeh tê girtin û girîngiyê dide hevgirtina gelan, hat rûniştandin. Ji dîroka rizgarkirinê ve heta niha, têkoşîna ku Kongra Star û Rêveberiya Xweser dimeşîne têkoşîneke li dijî netewperestî û mezhebperestiyê ye. Herwiha bi armanca wekheviya di navbera jin û mêr, ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk girîngiya hevjiyana azad û civak bi rêya komînan re tê perwerdekirin."

'Kongra Star jin kir xwedî helwest û yek deng î'

Hiyam Yûsif destnîşanî helwesta jin û civakê kir û got ku ev encamê têkoşîna Kongra Star e û wiha dom kir: "Ji ber qetilkirina jinan bandorê li jiyana hevbeş a netewan dike, em hewl didin aqilê ku dibêje divê jin were qetilkirin û qirkirin, biguherin. Di pêvajoya 12 salên şer û şoreşê de Kongra Star dikarîbû jinan bi cesaret bike û di kesayeta her jinekê de, hîs û helwesta li hember hişmendiya mêr û civakê, helwesta li hember dagirkeriya Tirk ku destkeftiyên wê armanc dike, çêbike û bibin jinên xwedî helwest. Kongra Star dikarîbû li kêleka jiyana hevbeş dengê jinan bike yek û hevgirtina netewan bihêztir bike."

'Jiyana hevbeş ya komên etnîkî û olî li vir dibe hedefa dagirkeran'

Hiyam Yûsif balkişand ser êrîşên dewleta Tirk ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û wiha armanca wî bibîrxist û got: "Armanca êrîşên dagirkeriyê têkbirina jiyana hevbeş a netewan e. Tirk vê armanc dikin lê gel û jin berovajî wê raber dikin ku ji berê zêdetir xwe birêxistin dikin û hevgirtina xwe bihêztir dikin. Ji ber dizanin hevgirtin rêya pûçkirin û têkbirina êrîşên dagirkeran e. Jin û gel bi netewên xwe yê cûda li ser vê axê dijîn, jiyaneke azad û demokratîk armanc dikin, ji lewra em ji vir bang li jinan dikin ku li hember dagirkeriyê parastina xwe ya cewherî pêşbixînin û cûdabûna xwe biparêzin.