Rengê berxwedanê li ser Kobanê ye...
Ev hêza mezin a me ji gel û şervanên Kobanê dît ji bo me jî bû hêzek mezin. Lewre em careke din bêjin; “Tu her hebî û mîna navê xwe her bi berxwedan bî Kobanê.”
BÊRÎTAN ZINAR
Kobanê – Her dem min dixwest li ser binivîsînim. Li ser Kobanê ya ku ji Bakurê Kurdistanê heya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi berxwedana xwe çar parçeyan kir yek lê mixabin heya ku mirov li ser wan riyên ku şopen gelek egîdan li ser e ango ew malên ku her yek ji wan bûye keleha berxwedanê nebîne, ew hestên berxwedana sedsalê ya ku li ser her dareke wê, her pela li ser dara wê û heta li ser kenên zarokê wê diteyise nivîsandin ne hesan e û ne jî rast e. Piştî xeyalên bi salan vayê li keleha berxwedanê ango li Kobanê me.
Dibe ku gelek nivîs li ser hatibe nivîsandin û gelek çîrok, belgefîlm û pirtûk li ser berxwedana wê hatibe nivisandin û weşandin. Lê weke jinek Kurd pişti xeyalen salan yekem car derfet çêbû ku vê erdnîgariya pîroz bi çavên xwe bibînim, min biryar da ku li ser wê binivîsînim.
Bi hatina min yekem tişta ku li Kobanê bala min dikşîne mêvanperweriya gel û şervanên wê ye. Hê di riya hatine de jî kê bihîst ku ev yekem gava min a li ser axa Kobanê ye, heya ji destê wê dihat di rêwîtiya min de dixwest Kobanê bi min bide naskirin. Tiştên ku min li ser pirtûkan xwendibû, li ser fîlmên der barê Kobanê de temaşe kiribû û ji gelek berxwedêren wê bihîstibû, bi qalkirina wan yek bi yek li ber çavên min zindî dibû. Vayê mala ku Arîn Mîrkan lê li ber xwe dabû gotin di cih de be bûbû xwedawenda rizgariya Kobanê li pêşberî min disekinî.
Gundê Cûdîyê biçûk
Yekem cihê ku pêşwaziya me dike û bir germahî xêrhatina me dike gunde Dubîrkê ye. Piştî temaşekirina bihara xweş û bedew a bi keskahî seranserê riya me dirêj dibe û li aliyê din ve jî sînorên ku di navbera rojava û bakure Kurdistane de hatiye danîn, qereqolên ku ji bo dagirkerî û êrîşan li ser sînor hatine avakirin em digihîjin gund. Gundekî bedew e. Keskahî û bêhna biharê jê difûre. Dibejin ku ev gundê li nêzî wê şikeftên kevnar hene, bi xwe jî gundekî kevn e û ji ber du bîr li gund hebûne navê gund Dubîrke maye. Şêniyên gund me bi germahî pêşwazî kirin. Li vir li çîrokên dayikan guhdar dikim, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê çi kirin û çawa xwe rizgar kirin ji bo têbigihîjim bi baldarî guhdarî dikim. Di vê navberê de Cûdiyê biçûk ê 4 salî ku navê xwe ji pakrewanek girtiye destê min ê cemedî digre nava herdu destên xwe û hewl dide germ bike, bi vê yekê ez li dayikan guhdarî dikim û dixwazim heya ji min bê her çîrokek, her jiyana ku kêlîyên dagirkerî, êrîş û berxwedanê vedibêje di fikrên xwe de bihûnim.
Seyareya me ya ‘gaziyê şer’
Piştî peswaziya germ a şêniyên gund em ve carê berê xwe didin navenda Kobanê. Bi seyareyeke ku şahidiya gelek şeran û êrîşan kiriye lewre hema li ber hilweşîne ye endamên ragihandinê me li tax û kolanen Kobanê digerînin. Dibêjin ku ev seyare ji dema êrîşên dewleta Tirk a li ser Girê Spî heya niha ji bo wan bigihîjîne cihên bûyeran bûye xwedî gelek ked. Her ku xirab bûye yan jî rastî êrîşên dagirkeriyê hatiye ji nû ve hatiye çêkirin û keda xwe domandiye. Lewre ew seyare jî çîrokek bi nirx e ku bûye şahîdê gelek bûyeran. Bêguman di vê nivîsa xwe de min qala vê seyareyê nekira, tu guman nîn e ku dê dilê wî mabûya.
Werçerxa jiyana me kabeya azadiyê
Demek beriya wê min şervanek ku li Kobanê li ber xwe dabû û gelek rêhevalên xwe yên bi kenên bedew spartibu vê axê nas kiribû. Dema ku qala Kobanê dikir bi çavên ku bi qasî xemgîniya oxirkirina rêhevalên xwe kêfxweşiya bûyîna şahidê vê berxwedanê li ser xuya bû, ji min re wiha gotibû: “Kobanê kabeya min e.”
Sal di ser de derbas bûn lê ev gotina wê şervanê hê di bîra min de ye. Ez gelek caran li ser fikirîm Kobanê ji bo min çi bû? Kobanê ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd û heta ji bo tevahî gelên berxwedêr çi bû? Ji bo pênasekirina wê dîtin hewce bu lê na? Nizanim dibe ku bersiva her yekê ji we cuda be lê ez dizanim Kobanê ji bo min werçerxa jiyanê bû.
Werçerx bû ku qedera gelekî, qedera me hemûyan û hestên me yên tolhildan û berxwedanê zindî kir û ji nû ve wate da jiyana me. Lewre Kobanê mîna heybeta navê xwe bû kabeya me ya azadiyê.
Xwezî zimanê van kolan û van riyan hebûya
Vayê peykera ku ji bo yek ji xwedawenda Kobanê Arîn Mîrkan hatibû çêkirin û destek wê li ser dilê wê bi baskên xwe her êvar roja ku diçe ava silav dike nîşaneya vê yekê ye: Ev der warê berxwedanê ye. Bi kefxweşî û kelecana dîtina vê erdnîgariyê em gera xwe ya li Kobanê didomînin.
Her mal, her tax, her kolan, her stûneke malê ya ku ji dema şer maye bi bêhna berxwedanê tijî ye. Mîna ku her yek ji wan li bendê ye ez li ser binivîsînim. Dema em li kolanên Kobanê digerin hewl didim sûretê her malê bikşînim û çîroka wê bizanibim.
Min got, gelek cih hene li benda nivîsandina cîroken xwe ne. Gelek mal hene ku mirov dixwaze bikeve pey çîrokên wan xeyalên azadiyê yên li wir şîn bûne bizanibe. Vayê malek wiha... Ev mala ku tenê derenceyên wê mane gelo çi jiya ye? Çend hêvî li ser singa xwe mezin kirine? Ango kevirên derenceyên vê malê ji çendîn şervanên vê axê re bûn cihê xwespartinê? Xwediyê vê mala ku tenê derenceyên wê li ser lingan mane destên xwe nade vê malê û dibêje; “Dê ev derence wek xwe bimînin da ku şopên parazvanên welat li ser kevirên wî be.” Min gelek xwest çîroka ve malê bizanibim lê mixabin ji min re gotin dê kî bizanibe çîroka vê malê. Careke din min ji xwe re got, xwezî zimanê van keviran hebûya da ku ji min re qala berxwedêrên xwe kiribûya.
Bi dehan qehremanên bênav...
Belê ger mirov were Kobanê û li vir rastiya şer û qehremaniyê bibîne, bibihîse, li ser her kolanekê wê henaseya berxwedanê bigre divê mirov teqez serdana şehîdgeha wê jî bike. Lewre bihîstin û dîtina vê derê ne wek hev e. Ne bawer im ku tu hevok û tu peyv vê dîtina min jî pênase bike, hestên ku min bi dîtina şehîdgehê hîs kir bîne ziman. Vayê, bi dehan qehremanên welat ên ruxmê her cure êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ku piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dikir, qehremanên ku li hemberî gotinên rejîmên faşîst a ‘Kobanê ha ket ha wê bikeve’ rûxmê her tiştî gotin ‘Kobanê neket û dê nekeve’ li vê derê ne. Hezar dibe ku du hezar jiyan, ken û bedewî li ser singa vê axê razayî ne. Gelek ji wan bênav in... Belê, bê nav. Dema ku di sala 2014’an de bi îlankirina seferberiya Kobanê ji Bakurê Kurdistanê bi sedan ciwan berê xwe dabûn Kobanê, gelek ji wan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dabûn. Hê bêyî ku navê wan bê zanîn, şer kiribûn û bi qehremanî jiyana xwe ji dest dabûn. Vayê ew qehremanên me yên bênav li gel bi hezaran rêhevalên xwe her roj bi silavkirina rojê li ser singa kabeya me ya azadiyê razayî ne.
Dixwazin kabeya me ya azadiyê di bin tarîtiyê de bihêlin
Belê ev kabeya me ya azadiyê ya ku bû lûtkeya serkeftina felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rojane rastî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk tê. Lewre ev êrîş û gefên dewleta Tirk ên rojane li ser Kobanêya me dixwe li ser serdana me jî bandorê kir ku em nikaribûn gelek cihan bibînin. Li gel rojane êrîş û bombebaranên dewleta Tirk a li ser Kobanê dewleta Tirk bi riyên cur be cur êrîşên xwe yên dermirovî didomîne lewre ava Firatê ya ji Bakurê Kurdistanê tê Kobanê bi salan e qut kiriye. Ji ber vê yekê jî li Kobanê piraniya rojê kehrebe nîn e. Lê ne xem e. Bi rastî jî zor û zehmetiyên jiyanê pir zêde ne. Lê bi dîtina xwe ya Kobanê ez careke din têgihîştim ku ev bêhna berxwedanê ya li ser Kobanê ye, ev qehremanên bedew ên li ser singa wê razayî ne, her kolan, her tax û her mala ku şahidiya berxwedana mezin a Kobanê kiriye dihêle ku mirov ruxmê hemû êrîşan qewîm be. Ev hêza mezin a me ji gel û şervanên Kobanê girt ji bo me jî bû hêzeke mezin. Lewre em careke din bibêjin; “Tu her hebî û mîna navê xwe her bi berxwedan bî Kobanê.”