Remziye Mihemed: Parastina nirxên şoreşê bilindkirina têkoşînê ye

Endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di sala 2023’an de nirxand û got: “Di vê salê de rêxistinbûna jinan serkeftî bû, bi hevpeymana civakî jî destkeftiyên me misoger bûn.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re destkeftiyên jinan şênber bûn. Jina ku ji aliyê pergalên mêrperest û desthilatdariyê ve hatibûn kolekirin, bi şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê re dikaribûn wê koletiyê ji holê rabikin. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşengî dikin û di Rêveberiya Xweser de ji sedî 50 mafên wan hene, hêza wan û têkoşîna wan rawe dibe. Bi şoreşê re gelek destkeftiyên heyî yên îro hene çêbûn. Jinan di nava sala 2023’an de dikaribûn gelek destkeftiyên pîroz bi dest bixin.

Der barê destkeftiyên sala 2023’an de endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed nêrîna xwe anî ziman.

‘Ruxmê êrîşan koçberiyek nû pêk nehat’

Remziye Mihemed destkeftiyên jinan ên di sala 2023’an de wiha anî ziman: “Beriya herî tiştî em destkeftiyên ku çêbûn li hemû jinan pîroz dikin. Destkeftiyên ku me di vê şoreşê de bi dest xistin, ruxmê hemû êrîşan û dagirkeriyê, girêdana ji xakê re ber bi çavan bû. Bi rojane bombebaran li herêmê çêdibe, binesaziya herêmê ji aliyê dagirkeriya tirk ve tê hedefgirtin, welatî tên armancgirtin, tiştek nemaye ku welatî debara xwe pê bikin lê ruxmê van hemûyan gelê me girêdayî axa xwe ma û koçberiyek nû pêk nehat.”

‘Destkeftiyek din a jinan rêxistinbûn û vebûna wan ji cîhanê re bû’

Remziye Mihemed diyar kir ku destkeftiyek din a vê salê rêxistinbûna jinan bû û wiha domand: “Di heman wextê de destkeftiyek din a vê salê, rêxistinbûna jinan bû. Jin dikarî di pergala meclîs, hevserokatî, komîn, perwerde, aborî, tenduristî, ekolojî, maliye û dîplomasî de karibû karên serkeftî bimeşîne.  Bi taybetî ji bo Kongra Star vebûn û têkiliyên nû bi Rojhilata Navîn, Ewrûpa û derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêk hatiye. Pêdivî pê heye ku herkes destkeftiyên şoreşa me pê bizanibe û ezmûna me ji xwe re bibîne. Meşa jinên Tûnisê ya cîhanî çêbû, tevlîbûna me jî wek şande pêk hat. Rêxistinbûna jin êdî xwe ji kokê de kûr dike û ne êrîş û ne jî dagirkerî nikare wê pergala ku hatiye avakirin xirab bike.”

‘Nirxên jinan di hevpeymana civakî de tên parastin’

Remziye Mihemed destnîşan kir ku destkeftiya din a ku di nava vê salê de bi dest hatiye xistin, hevpeymana civakî bû, wiha dirêjî da gotinên xwe: “Beriya demekê destkeftiyek mezin a ku me bi dest xist, hevpeymana civakî bû. Me du sal û nîv amadekariya wê kiribû. Îro hevpeymana civakî di nava gel û meclisê de hat erêkirin. Li herêma me destûrek hat erêkirin, ew tê wê wateyê ku jin di wê destûrê de cih digrin, nêrîna xwe tînin ziman û rola xwe dilîzin. Jin di hevpeymana civakî de bi hemû pêkhateyên xwe beşdar bûn. Di heman wextê de jin ji bo nirxên şoreşê xwe biparêze, qanûnên jin di hevpeymana civakî de hat erêkirin, mafên jinan diparêzin. Îro di civakê de gelek kevneşopî hene mîna zewaca di temenê biçûk de, dujinî, mafê jin ê mîrasê, gelek mafên jinan ên rola xwe di nava civakê de bilîzin kêm bû ku ev yek hemû di hevpeymana civakî de rêz bûn, qanûnên jinan hatin erêkirin û pêkanîn. Jinan îrade û hebûna ku pêş xistine îro bi hevpeymana civakî tên parastin. Ji bo parastina erk û xebatên jinan ango parastina mafên wan di hundirê saziyên Rêveberiya Xweser de bi hêzek xurt tê parastin ku di hinek cihan bi kotaya 50 zêdetir jî em beşdar dibin. Weke sîwanek pergala Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Rêveberiya Xweser de rola xwe girt ku destkeftiyên şoreşê diparêzin. Me gelek ezmûn di nava şoreşê de bi destxistiye ku wê ev destkeftî bi Rêveberiya Xweser re bibe yek û wê xwedî derketin ji nirxên şoreşê re wê pêk were. Ruxmê hemû êrîşan me destkeftiyên xwe gihandiye heta astekê ku cîhan hemû dibîne. Yek jî nirxên hevpeymana civakî parastina çand û zimanê civakan e. Her wiha parastina yekitî û wekheviya gelan di herêmê de pêk hat. Heta astekê mezin mafên jinan di hevpeymana civakî de hatiye parastin û gelek erkên ku dikevin ser jinan hene.”

‘Armanca dijmin pêk nehat’

Remziye Mihemed di dirêjahiya gotina xwe de bal kişand êrîşên dewleta tirk di nava salê de û wiha pêl da gotina xwe: “Nirxên şoreşa me gelek giranbûhaye, me gelek nirxên şoreşê jî bi dest xistiye. Salên dirêj bûyerên ser hev û pir mezin derbas bû. Gel meşa azadiyê domandin û bi şoreşê re herikîn. Êrîşên ku li dijî şoreşê me pêk tên, sedema wê ji ber şoreşa me wek şoreşa jin hate nasîn. Êrîş berê xwe guhert û berê êrîşan dan rêxistinbûna jin û pêşengên jin. Di nava vê salê de şehîdên mîna Yûsra, Rihan hatin hedefgirtin ku ew meclîs, kanton û Rêveberiya Xweser de cih digirtin. Hedefa dijmin ji komînê de destpêkiribû ku dixwast xirabûnek çêbike û tevlîhevî di nav gel de çêke, lewma pêkhateyên din jî armanc girt. Dema ku jin di xebatên parastinê de cih digiritin û xwedî li civak û jinê derdiketin hatin armanc girtin mîna şehîd Şervîn. Şehîdên zindî ku di şerê DAIŞ û dewleta tirk de birîndar bûbûn ku şehîd Sorxwîn û Azadî bûn armanca êrîşan. Her wiha hevalên Rojava ku derbasî Başurê Kurdistanê dibin û hewildana ezmûna parvekirinê pêk dianîn hatin armanc girtin mîna Şehîd Zelal. Armanca dijmin hilweşandina pergala jinê û valaderxistina şoreşê bû.”

‘Jin û gel xwedî li şoreşa xwe derketin’

Remziye Mihemed xwedî derketina gel ji şoreşê re wiha anî ziman: “Îro gelê me xwedî destkeftî û  şehîdan derdikeve. Îro gelê me li dijî dagirkerî û êrîşan dadikevin qadan û dibêjin êdî bese ji êrîş û dagirkeriyê re. Me xwe parast û em xwedî li şoreşê xwe derdikevin. Îro jin rêxistinbûna xwe xurt dike û bersiv dide dijmin û bi israrek mezin xwedî li nirxên şoreşê xwe derdikevin. Dijmin kiryar û dagirkeriyên mezin dike ku îro li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî gelek jin tên kuştin û qetilkirin. Bi vê boneyê xwedîderketina destkeftiyên şoreşê me ewe ku em hîn bêtir hêza xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Me bi hêza jinan dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir û bi wê hêza jinan 8’ê Adarê bigihîjînin, Newrozê mîna pireke ji bo azadiya Rêber Apo, jinan û tevahî civakan. Êrîş û komployên ku li ser me tên meşandin, bi fikrên azadiya jinan, bikin yek û mezin bikin. Di vê Adarê de divê em bersivek mezin bidin dijmin ku bi serhildana jin jiyan azadî, me dest pê kir û em ê bi jin jiyan azadî serkeftina herî mezin misoger bikin.”

Remziye Mihemed hêvî û daxwaza wan a sala 2024’an anî ziman û wiha bi dawî kir: “Hîmê me yê esasî nirxên şoreşê û şehîdên me ne. Xwedî derketin li xeta şehîdan,  girînge ku em gavên mezin di sala  2024’an de bavêjin. Em rêxistinbûna xwe hîn zêde xurt bikin û yekitiya di navbera pêkhateyan de xurt bikin. Her wiha yekitiya di navbera Rojhilata Navîn de ku ev 10 sal in şoreş lİê hene û bi ser neketine, ezmûna xwe ji şoreşa Rojava û şoreşa Jin jiyan azadî bigre ku em bi hev re vê ezmûnê bi hev re parve bikin. Daketinek pir mezin di hemû qadên çalakiyan de pêk bînin. Divê em xwedî li nirxên şoreşê û keda jinan derkevin. Ger parastina tunebe malbat û civak nayê parastin lewma em xwedî li parastina civaka xwe derkevin. Her jinek bila bibe endama hêza civakê. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêwist e tevahî qadên jiyan, siyasî û çalakiyan rastiya Rêber Apo bizanibin û bibêjin êdî bes e ji tarîtiya zindanê ya 25 salan re. Rêber Apo ji bo xwe dibêje ku ger derve be wê di hefteyekê de çareseriyê pêk bîne, lewma pêwist e em bi wê hêz û baweriyê bersivek mezin bidin ku xwedî li Rêberê xwe derkevin. Parastina nirxên şoreşê me, bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ye.”