Rejîma Îranê cezayê girtîgehê yê xwepêşanderên 2025'an erê kir

Biryara darizandina Parya Dadgarsafa û Rêbwar Marabî ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve hat erêkirin. Parya ya ku bi sûcê "xetereya li ser ewlehiya welêt" tê tawanbarkirin, di nav mehekê de dê sewqî Girtîgeha Evînê bibe.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine belavkirin, Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê 10 sal cezayê girtîgehê li Parya Dadgarsafa birî.

Li gorî nûçeyê Odeya 36’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê, bi hinceta tevlîbûna xwepêşandanên seranserî yên di Kanuna sala 2025’an de û bi sûcê “civîn û komploya ji bo kirina sûcan li dijî ewlehiya navxweyî ya welêt” 10 sal cezayê girtîgehê li Parya Dadgarsefa birî. Ji vî cezayî 4 sal hat taloqkirin û 6 salên mayî jî ew ê di girtîgehê de bikşîne.

Parya Dadgarsafa û Rêbwar Marabî, bersûcê din ê vê dozê ye. Ew jî, berê ji aliyê Odeya 28’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve di darizandina yekem de rastî 10 sal cezayê girtîgehê hatibû. Odeya 36’an a Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê ev biryar erê kir.

Di derbarê dem û cihê girtina Parya Dadgarsafa de ti hûrgiliyên din nehatine eşkerekirin. Li gorî agahiyên berdest, tê payîn ku ew di nav kêmtirî mehekê de ji bo kişandina cezayê xwe ji bo Girtîgeha Evînê bê gazîkirin.