Rêjîma Îranê cezayê girtîgehê li keça 16 salî û bavê wê birî

Dadgeha Îranê li Zeyneb Îzanluya 16 salî û bavê wê Behruz Îzanlu ku di xwepêşandanên Çileyê de hatibûn binçavkirin de, cezayê girtîgehê, qamçî û pere birî.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên hatin weşandin, Zeyneb Îzanlu û bavê wê Behruz Îzanlu yên ji bajarê Bocnurdê yên di xwepêşandanên meha Çileyê de hatin binçavkirin, mehkûmê cezayê girtîgehê, qamçî û cezayê pere hatin kirin.

Li gorî nûçeyê, Behruz Îzanlu di 4’ê Çileyê de hat binçavkirin û piştî ku sewqî girtîgeha Bocnurdê hat kirin 78 rojan di bin çavdêriyê de ma. Keça wî, Zeyneb Îzanlu jî di çarçoveya heman dozê de hatibû binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatin belavkirin, Behruz Îzanlu di doza ku ji aliyê 103’emîn Şaxa 2’emîn Dadgeha Cezayê ya Bojnûrdê de, bi sûcdariyên “destwerdana li manevrayên rayedaran” û “têkbirîna aramiya giştî” mehkûmê 4 sal û 9 meh cezayê girtîgehê, 80 qamçî û 80 milyon Tûmen cezayê pereyan hat kirin.

Her wiha keça wî Behruz Îzanlu ya 16 salî jî, di heman dozê de mehkûmê 6 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat kirin.