Rejîma Îranê carek din ceza li Werîşe Muradî birî

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ji ber li dadgehê amade nebû, rejîma Îranê cezayê qedexeya pêwendiya telefon û hevdîtina li gel malbatê lê birî.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê eşkere kir ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin, bi fermana dadwer Ebulqasim Selewatî, cezayê pêwendiya telefonî û hevdîtina li gel malbatê lê hate birîn.

Hate diyarkirin ku ev ceza ji ber ku di rojên borî de Werîşe Muradî tevlî rûniştina dadgehê nebûye, lê hatiye birîn.

Ji ber aktîvîteyên xwe gelek caran rastî cezayê hatiye

Beriya niha jî gelek caran ji ber Werîşe Muradî piştgirî daye kampanyay ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, rûbirûyê heman cezayan hatiye.

Hêjayî gotinê ye Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa ‘endamtiya PJAK’ê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn. Pişt re jî ev ceza ji aliyê Şaxa 9'an ya Dîwana Bilind a Îranê ve ji ber kêmaniyên di dosya lêkolînê de ne hat redkirin û dubare ji bo Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat şandin.