Avan Kerîm: Divê Kurd ji bo parastina destkefiyan, bibin yek

Rojnameger Avan Kerîm bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku divê Kurd li hemû perçeyan bi yekitî tevbigerin û pêgeha xwe mîsoger bikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Tevî ku destpêşxeriya pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, dewleta Tirk bi awayekî pratîkî nêzî pêvajoyê nabe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd jî ji bo ku tevahiya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi aştî bijîn, têkoşîna xwe didomînin.

‘Ji bo gelê Kurd pir girîng e ku niha cih û pêgeha xwe mîsoger bike’

Rojnameger Avan Kerîm ji nûçegihana ajansa me re anî ziman ku niha li Rojhilata Navîn guhertineke mezin heye û herêm bi xwe dixwaze ku ev guhertin di van welatan de berdewam bin. Avan got ku “Ji ber ku desthilatdarên sermayedar û babetên Îslamiyeta siyasî jî bi heman rengî ketine nava vê guhertinê. Her yek ji wan dixwaze bi awayekî hegemon xwe li ser herêmê ferz dike. Lewra ev guhertin li tevahiya herêmê belav bûye” û wiha domand: “Ji bo gelê Kurd ê ku axa wî hatiye parvekirin, pir girîng e ku niha di nava van welatan de cih û pêgeha xwe mîsoger bike û bikeve nava pêvajoya aştiyê ya bi wan dewletên ku welatê wî dagir kirine re. Ji ber ku li gorî gelek şîrovekarên siyasî, eger Kurd tevlî vê pêvajoya aştiyê nebe, dibe ku di pêşerojê de rûbirûyî pêla qirkirin û tunekirinê bibe. Beriya niha jî Rêber Abdullah Ocalan gel û serokên siyasî ji vê yekê agahdar kiribû û gotibû ku Rojhilata Navîn di guhertineke mezin re derbas dibe û eger Kurd bikarin bi rengekî yekgirtî tevlî pêvajoyê bibin, wê qezenc bikin.”

‘Niha bi rêya pêvajoya aştiyê destkefiyeke mezin hatiye bidestxistin’

Avan Kerîm da zanîn ku pêvajoya aştiyê gelekî girîng e û wiha domand: “Em dikarin bi rêya pêvajoya aştiyê cih û warê xwe li van welatan û li Rojhilata Navîn ji berê xurtir bikin. Dibe ku hin kes bêjin 'pêvajoya aştî û xurtkirina pêgeha me çi têkiliya wan bi hev re heye?'  Mînaka wê pêvajoya aştiyê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye, niha Rojhilat jî ku perçeyekî Kurdistanê ye tevlî vê rewşê bûye, Başûr jî bi heman rengî ye. Ji ber ku ne tenê Bakur ji pêvajoya aştiyê sûd werdigire; îro li Rojavayê Kurdistanê jî ev pêvajo bi pêşengiya, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ve bi rêve diçe. Bi awayekî wekî gelên din ên herêmê tevdigerin, muzakereyan dikin û pêgeha xwe diyar dikin. Ev yek pir girîng e. Ji 100 salan zêdetir e gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne tenê nikarîbû hebûna xwe temsîl bikin, di heman demê de rastî înkarê dihat. Lewra îro bi rêya pêvajoya aştiyê destkefiyeke herî mezin hatiye bidestxistin. Bi heman rengî Bakur jî çavkaniya pêvajoya aştiyê ye ji bo gelê Kurd û derfeteke girîng e ji bo bidestxistina azadî û mafên rewa yên li her sê parçeyên din. Ev berhema pêvajoya aştiyê ye; divê gelê me fêm bike ku şerkirin di berjewendiya aştiyê de ye, di berjewendiya maf û çespandina hebûna gelê Kurd de ye. Dema ku dewletên serdest ên me çewisandine li mafên me mikur tên û dikevin nava rêkeftin û pêvajoya aştiyê, çima em vê pêvajoyê qebûl nekin? Ev pêngaveke mezin e ku dikare me bigihîne armancên me yên pêşerojê.”

‘Başûrê Kurdistanê di nava xeteriyek mezin de ye’

Avan Kerîm bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî û got ku tevî ku 35 sal e otonomî di destê Kurdan de ye û dikaribû bibe piştgiriyeke xurt ji bo perçeyên din, lê niha di asteke xirab de ye. Avan Kerîm diyar kir ku ne parlamento kar dike û ne jî hikûmet hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Her du partî amade nînin bi hev re bicivin. Di van rojên dawî de Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji bo rêveberên Herêma Kurdistanê şand û got ku ji bo we girîng e ku hûn bibin yek, bi hêzeke xurt tevlî pêvajoya aştiyê bibin. Niha hikûmeta Iraqê hewl dide hêzên Pêşmerge rake, ji ber ku dibêje ew ne di çarçoveya qanûnî ya dewletê de ne. Gelê me yê li Başûr bi zimanekî nezanî dibêje ku li Rojavayê QSD fesix bûye, ev qet ne rast e. Eger li Başûr jî tedbîr neyên girtin, wê heman tişt were serê hêzên Pêşmerge. Heya niha hêzên Zêde û Kesk (partiyên desthilatê) nebûne yek, dewleta Iraqê jî vê yekê qebûl nake. Divê ev hêz di bin banê hêzên dewleta Iraqê de werin yekkirin û yasayîkirin. Ji ber wê jî Başûrê Kurdistanê niha ji perçeyên din di nava xetereyeke mezintir de ye.”

‘Divê başûrê Kurdistanê jî bi Iraqê re pêvajoya aştiyê pêk bîne’

Di dawiya axaftina xwe de Avan Kerîm ev tişt anîn ziman: “Eger Başûrê Kurdistanê hikûmetê çêneke, parlamentoyê veneqelîne û bi hêzeke yekgirtî tevlî parlamentoya Iraqê nebe, wê xetereya hilweşandina Pêşmerge rû bide. Cîhanê ev xetere dît lê ev her du partiyên desthilatê hîs nakin. Divê bi dewleta Iraqê re biçin nava pêvajoya aştiyê û hêzên xwe bikin yek. Eger nekin, gefa tunekirinê li holê ye. Ez gelekî geşbîn im ku pêvajoya aştiyê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi pêş ve diçe. Rêber Apo muzakerevanê sereke ye û pêşengiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk dike; bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê û azadkirina girtiyan, aştiya mayînde nabe. Divê jin li hemberî zihniyeta neteweperest û faşîst bibin xwedî helwesteke hêzdar.”