Rehbera ‘Ewlehî mafê min e’ hewl dide li Tûnisê zarokan biparêze

Li Tûnisê ji ber êrîşên zayendî yên li dijî zarokan, rehbera bi navê “Ewlehî mafê min e” hat amadekirin. Armanc ew e ku zarokan di warê ewlehiya dîjîtal û parastina bedena wan de hişyar bike. Rehber ji bo perwerdekar û malbatan çavkaniyeke pratîk e.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê ya dozên binpêkirina mafên aborî û civakî yên jin û zarokan dişopîne, amadekirina rehbera bi navê "Ewlehî mafê min eragihand. Rehber, armanc dike hewcedariya lezgîn a gelê Tûnisê ya ji bo polîtîkayên giştî yên berfireh çareser bike ku bi teahudên neteweyî û navneteweyî yên der barê parastina zarokan û mafê wan ê jiyana bi rûmet de li hev bikin.

'Rehber' hewldaneke civaka sivîl e ji bo parastina zarokan ji encamên neyînî yên qeyranên siyasî, aborî û civakî hatiye amadekirin.

‘Ji bo zarokên di temenê 6-10 û 11-16 de du rehber hatin amedekirin’

Nivîskara rehberê û parêzvana mafên mirovan Kholoud Faizî, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Forûmê, di çarçoveya çavderiya faktorên civakî û aborî de, zêdebûna di bûyerên êrîşên zayendî yên li dijî zarokan de û kêmbûna naverokê di bernameyên perwerdeyê de hişyariya zarokan zêde bike û wan biparêze, ferq kir. Divê ev naverok, bi awayekî ku hem bandorê li zarokan neke û hem jî ne zêde be bê destgirtin.”

Kholoud Faizî, da zanîn ku ji wê hatiye xwestin ji bo zarokên 6 heta 16 salî du rehberên cuda amede bike û got: “Ji bo zarokên di temenê 6-10 û 11-16 de du rehber hatin amedekirin, ji ber nêzikatî û peyama tê xwestin ji bo her temenê bê dayîn cuda ye.”

Perwerde û hişyarî

Kholoud Faizî, da zanîn di komên temenê biçûk de balê dikşînin ser girîngiya ewlehiya fîzîkî û wiha axivî: "Divê zarokan fêr bikin ka çawa ji têkiliya fîzîkî ya heval an jî xizmên xwe re bibêjin na. Her wiha divê em ji wan re bibêjin ku çi were veşartin û divê çi ji dayik û bavan re bê gotin. Ji bo koma temenê 11-16 salî bandora tacîza zayendî mezintir e û divê ji van zarokan re cudahiya di navbera pesindan û tacîzê de bê vegotin û baweriya xwe bi hestên xwe bînin.”

Kholoud Faizî, diyar kir ku yek ji sedemên navê rehberê ew e ku mijara ewlehiya dîjîtal were ronîkirin û axaftina xwe wiha domand: “Divê zarokên di vê temenê de bizanibin ku divê bi xerîban re li ser înternetê neaxivin û wêneyên xwe parve nekin.”

Rehber ji bo raya giştî vekiriye û bêpere hatiye pêşkêşkir. Xwegihandina perwerdekar û dayîk û bavan mîsoger e. Forum dê di navbera rojên 16-19’ê Cotmehê de bernameyek perwerdeyê li dar bixe. Dê di vê bernamayê de têkildarî rehberê agahî bên dayîn. Bang li saziyên perwerdeyê jî hat kirin ku beşdarî van bernameyan bibin.

Kholoud Faizî, diyar kir ku rehber bi rêzgirtina çanda civaka Tûnisê hatiye amadekirin û ji bo bikaranîna ji aliyê mamosteyên baxçeyê zarokan û malbatên ji çar salî ve jî hatiye sêwirandin û wiha axivî: “Rehber karakter û çîrokên guncaw ji bo malbatên herêmî yên mîna dapîr û neviyan di nava xwe de dihewîne.

Kholoud Faizî, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku mijara tacîzê mijareke hesas e û diyar kir ku mamoste û dayîk û bav ji bo axaftina bi zarokan re li ser vê yekê zehmetiyan dikşînin û ji bo ravekirina rewşê bi awayekî rast fikaran dijîn.

Rêbazeke pratîk a alîkariya zarokan e

Kholoud Faizî, wiha got: "Li hemberî van rewşên bi fikar, forumê biryar da ku vê rehbera ku amûrek pratîkî ye ji bo bilindkirina hişmendiya zarokan li ser bedana xwe û redkirina her tevgerê ku zirarê dide yan jî wan aciz dike, amade bike. Her wiha armanc dike ku hişmendiya zarokan li ser mafên wan xurt bike û rêbazên perwerdeyê ji dê û bav û perwerdekaran re mîsoger bike ku zarokan ji tacîza zayendî û tundiyê biparêzin.”

Li Tûnisê zarok di rewşeke xirab de ne

Li Tûnisê rewşa zarokan pir xirab e. Di sala 2022’an de, lêçûna civakî û aborî ya tundiya li dijî zarokan mîna 2.6 milyar dînarên Tûnisê hat hesibandin. Lê belê lêçûnên di vî warî de hatin kirin, 35 milyon dînar derbas nekir.

Li gorî daneyên Çavdêriya Civakî ya Tûnisê, ji sedî 2.15’ê tevahî bûyerên tundiyê yên ku di sala 2025’an de hatine tomarkirin li dijî zarokan bûn.

Ev yek jî nîşan dide ku tacîz û tundiya zayendî ne bûyerên îzole ne, veguherîne pirsgirêkeke civakî. Divê bi awayekî cidî û wêrek vê pirsgirêkê bigrin dest.