Parasto Afşarî Nejad ya hate berdan bi zextên Îranê re rû bi rû ye
Endezyara rafineriyê Parasto Afşarî Nejad ya sala borî di dema xwepêşandanên li Îsfahanê de hatibû girtin, rûxmê ku beriya du hefteyan hate berdan, bi sînorkirinên aborî û civakî yên cidî re rû bi rû ye.

Navenda Nûçeyan – Endezyara rafineriyê û nişteciha Îsfahanê Parasto Afşarî Nejad ya beriya du hefteyan hate berdan, bi sînordarkirinên cidî re rû bi rû ye. Hesabên wê yên bankê û otomobîla wê ya şexsî hatin cemidandin û gihîştina wê ya bi karûbarên bankayî, tenduristiyê û civakî hate qedexekirin.
Ev hemwelatî, di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de hatibû girtin û di dema girtina xwe de rastî tundiya hêzên Îranê hatibû. Jina ku piştî bi kefaletê demkî hate berdan, carek din dîsa hate girtin. Parasto Afşarî Nejad ya li derveyî girtîgehê bi amûra çavdêriya elektronîkî re dem derbas kir, piştî salek hate berdan.