Rawya Islim a ji Xezayê: Em ê berxwedana xwe bidomînin

Rawya Islim a ji ber êrişên Îsraîlê yê bi ser Xezayê ji cih û warê xwe bûye got “Ruxmê dorpêç û xelayê em jin bi derfetên herî kêm hewl didin xwe bi jiyanê bigirin” û anî ziman ku ew ê berxwedana xwe bidomînin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Êrişên Îsraîlê yê bi ser Xezayê salekê xwe temam kir. Nêzî  42 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn, bi hezaran kes birîndar bûn. Tê îfadekirin ku di bin kavilan de cenazeyê 10 hezar kesan heye. Îsraîl piştî Xezayê li ser Lubnan, Sûriye û Yemenê dest bi êrişan kir. Ji şerê ku her roj kûrtir dibe herî zêde jin û zarok bandor dibin.

Rawya Islim a ji Xezayê ku ji cih û warê xwe bû, tiştên ku jiyaye qal kir û got: “Ji bo em xwe bi jiyanê bigirin divê em têkoşînê bidomînin.”

‘Em bi êrişekê bê eman re rû bi rû ne’

Rawya Islim a got “Axa me hat wêrankirin û em bi şerekî bê eman re rû bi rû ne” wiha domand: “Di dema êrişan de min li taxa Shujaiya jiyan dikir. Bi şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpêkir û heya niha didome de taxa me bû taxa ku herî zêde hat bombebarankirin. Em pê difikirîn ku dê bombebaran bandorê li me neke. Piştî bombebaranê me xwe spart Nexweşxaneya Şîfa.
Nexweşxane, dibistan û zaningeh bi hezaran kesên ku ji cihên xwe bûne tijî bû û cihekî me yê ku em biçinê nîne.”

'Em bi awayekî mucîzeyî ji êrişan rizgar bûn'

Rawya Islim da zanîn ku ew û malbata xwe bi mehan li nexweşxaneya Şîfayê di jîngeheke nepaqijî û bê pêdiviyên jiyanê de derbas bûne û wiha got: “Nexweşxane ji bo me penageheke demkî bû, lê ne ewqas ewle bû ku em difikirîn. Nexweşxane rastî êrişa Îsraîlê hat. Bi hezaran kesên li nexweşxaneyê ji ber êrîşên hewayî neçar man nexweşxaneyê birevin. Ez û malbata xwe bi awayekî mucîzeyî ji êrişê xilas bûn. Paşê, me xwe li dibistanekê girt. Piştî operasyona leşkerî qediya em vegeriyan taxa xwe, lê di dawiya meha Adarê de êrîş dijwartir bûn. Hêzên Îsraîlî ji her alî ve dora me girtin û em nekarîn birevin. Hêzên Îsraîlî avahiya ku ez lê dimam dorpêç kirin û dest bi lêgerîna odeyan kirin. Kurê min jî di nav de hemû zilam girtin. Piştre em neçar man koçî herêmên başûr bikin. Em bi mehan e li herêmên başûr bê pêdiviyên jiyanê dijîn."

'Tevî dorpêçî û xelayê em jin bi derfetên herî hêsan hewl didin bijîn'

Rawya Îslim da zanîn ku ji çarenivîsa kurê xwe yê ku demeke dirêj girtî ye nikare agahî bi dest bixe û wiha dewam kir: “Piştre yek ji saziyên pêwendîdar piştrast kir ku kurê min di girtîgehê de ye. Bi girtina kurê min re hemû lênêrîna zarokan ji min re ma. Li Xezayê rewşa aborî gihaşt sifirê. Bihayên materyalên bingehîn her ku diçe zêde dibin. Mirov ji bo jiyanê têdikoşin. Niha em di tengasiyê de ne ku rojê rizgar bikin. Tevî dorpêçî û xelayê jî em jin bi derfetên herî hêsan hewl didin bijîn. Tevî ku koçkirin, windahiyên bi êş, dorpêçkirin, hilweşînên berdewam hene jî, em ji bo bijîn berxwedana xwe didomînin.”

'Beriya pir dereng be wz dixwazim kurê xwe bibînim'

Rawya Îslam diyar kir ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî hene û wiha got: “Di van demên dawî de êşên min zêde bûne. Çavê min qels bûye, lê ez bi saetên dirêj li ber agir ji bo malbata xwe xwarinê amade dikim. Tevî hemû zehmetiyên ku min jiyaye jî tirsa min a herî mezin ew e ku çavên xwe winda bikim û kurê xwe nebînim. Beriya pir dereng be ez dixwazim wî bibînim.”