Li Urmiyê jin, çand û sembolên herêmî wekî amûr têne bikar anîn

Di demekê ku malbatên girtiyên Kurd û Azerî yên ku li benda cenazeyên heskiriyên xwe yên hatine darvekirin û nava şînêde ne, plankirina mîhrîcanekê li Urmiyê ji hêla aktivîstan ve rastî bertekên tund hat.

Navenda Nûçeyan – Di demekê ku malbatên girtiyên Kurd û Azerî yên ku li benda cenazeyên heskiriyên xwe yên hatine darvekirin û nava şînêde ne, li Urmiyeyê mihrîcanek bi navê ‘Soma-yi Beradost’ ji aliyê kesên ku tê îdiakirin nêzî Muhafizên Şoreşê ne û bi wan re hevkar in, tê lidarxistin. Li gorî aktivîstan, armanca vê çalakiyê di qadek ku zextên ewlehiyê li Rojhilatê Kurdistanê didome de, pergala rêveberiya heye dîtinek hê normal û bi çandî nîşan bide ye.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, organîzatoran jinên Kurd bi cil û bergên gelêrî vexwendine mihrîcanê. Lê aktivîstên civaka sivîl vê wek amûrkirina jinan û sembolên çandî ji bo veşartina rûyê zordar ê saziyên ewlehiyê dinirxînin.

Di bin siya saziyên ewlehiyê de mihrîcana fermî

Li gorî afîşa festîvalê ku li Îranê hatiye weşandin, tê plankirin ku "2’yemîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Soma-yi Beradost" di 11-12’ê Hezîrana 2026’an de li Parka Siran a li Serv, Urmiyê were lidarxistin.

Li ser afîşê sembolên Komara Îslamî ya Îranê û navên saziyên fermî yên cuda cih digrin. Ev yek rexneyên ku dibêjin çanda Kurdî di çarçoveyek ku ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin de tê temsîlkirin, ji nû ve kir rojev.

Di danasîna mihrîcanê de bal kişandin ser çalakiyên çandî, hunerî û werzîşî, di heman demê de wêneyên cihên dîrokî yên herêmê yên wek Kelha Berduk û Qubbeya Kevirî ya Movana jî nîşan didin. Lêbelê, nûnerên civaka sivîl destnîşan dikin ku ev çalakî di demek ku rastiya li herêmê hîn jî ji hêla polîtîkayên ewlehî-navendî û tepeserkirinê ve tê şekilkirin tê li darxistin.

Jin di navenda xwepêşandanek siyasî de ne

Li gorî agahiyên ji Urmiyê hatine, ji jinên Kurd hat xwestin ku bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyê bibin.

Aktivîstan diyarkirin ku ev yek di demek ku gelek jin, aktivîstên çandî û ciwanên Kurd bi zext, girtin û sînordarkirinên cûrbecûr re rû bi rû ne de tê pêkanîn.

Li gorî wan, jin û cilên neteweyî yên Kurdî bi van cûrên çalakiyan derxistina pêş, hewldanek ji bo nîşandana wêneyek xemilandî û estetîkî ya civakekê ku di rastiyê de rû bi rûyî zilm û zordariya berfireh dene.

Maseyê darvekirinê û şahî li kêleka hev

Ev mihrîcan di demek ku di mehên dawî de gelek ciwanên Kurd hatine girtin an jî darvekirin de tê li darxistin. Beşek ji malbatan hîn jî li benda radestkirina cenazeyên zarokên xwe ne.

Her çend navên ciwanên ku li Urmiyê hatine darvekirin an jî jiyana xwe ji dest dane di bîra gel de zindî dimînin jî, malbat bawer dikin ku pêkanîna radestnekirina cenazeyên kesên hatine darvekirin wek amûrek zexta psîkolojîk didome.

Aktivîst dibêjin ku lidarxistina mihrîcan û çalakiyên mûzîkê di qadek wiha de kendala kûr a di navbera rastiya ku ji hêla gel ve tê jiyîn û tabloya ku ji hêla gotara fermî ve tê pêşkêş kirin de derdixe holê. Li gorî wan, ev rewş nakokiya di navbera şîn û nerazîbûnê de ronî dike.

‘Çand’ e an amûra hilberîna rewatiyê ye?

Rexnegirên mihrîcanê, îdia dikin ku organîzator kesên girêdayî saziyên dewletê ne û di berdêla piştgiriya darayî an ewlehiyê de beşdarî projeyên mîna propagandayê dibin.

Li gorî rexnegiran, rejîma Îranê, li aliyekê kiryarên xwe yên binçavkirin, girtin û darvekirinê li dijî çalakvanên ji komên civakî yên Kurd, Azerî û yên din didomîne, li aliyê din hewl dide bi rêya mihrîcanên çandî tabloyek normalbûnê li herêmê biafirîne.

Aktivîstên xwecihî dibêjin ku xebatên çandî yên di qadek zordarî û gefan de hatiye şekildan, nikare jiyana rastîn a mirovan nîşan bide; berûvajî , dibe beşek ji projeyên propagandayê yên rejîmê.

Bangên boykotê

Li ser platformên medyaya dijîtal û di nav derdorên civaka sivîl de bangên boykotkirina mihrîcanê hatin weşandin.

Kesên ku van bangan dikin diyar dikin ku li darxistina çalakiyên bi vî rengî ku di qadek ku malbat hîn jî şînê digirin û atmosferek ewlehiyê berdewam dike de, temsîla civakê nakin.

Li gorî çalakvanan, çalakiya li Urmiyeyê ji mihrîcanek çandî zêdetir, xwepêşandanek siyasî ku armanc dike ku îmaja rejîmê ji nû ve ava bike; di vê xwepêşandanê de, jin, çand û sembolên herêmî wekî amûr têne bikar anîn.