Raportora Taybet a Mafên Mirovan: Ji bo Jiyan Tosun bi fikar im

Raportora Taybet a Mafên Mirovan a NY’ê Mary Lawlor, ji bo parêzer Jiyan Tosun a ku piştî êrîşa bombeyî ya li Stenbolê hedef hatibû nîşandan û gef lê hatibû xwarin, bi gotina “Bi fikar im” bang kir.

Navenda Nûçeyan – Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlor, li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal Twîtterê der barê parêzer Jiyan Tosun ku piştî êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklal a Stenbolê ji aliyê Adem Taşkaya ê ji Partiya Zafer ve gef lê hat xwarin, parvekirin kir.

Mary Lawlor a bal kişand Jiyan Tosun gefên kuştinê digre, di parvekirina xwe de wiha got:

“Ez ji hemû kesên ku di êrîşa hovane ya 13’ê Mijdarê ya li Tirkiyeyê de bandor bûne re sersaxiya xwe ya herî kûr pêşkêş dikim. Raporên gefên kuştinê yên li Jiyan Tosun û malbata wê ku piştî îdîayên bi tevahî bêbingeh ên tevlîbûna wê ya bûyerê, min dixe nav fikaran. Divê rayedar qeydê bi awayekî ji raya giştî re vekirî sererast bikin û parastinê misoger bikin.”

Çi bûbû?

Piştî pêkhatina komkujiyê Adem Taşkaya ya ku li ser Twitterê agahiyên derbarê Jiyan Tosun de parve kiribû, îdia kiribû ku vê êrişê parêzer pêk aniye û paşê jî parvekirina xwe jê biribû. Lê piştî vê parvekirinê li ser Jiyan Tosun gef hatibû xwarin. Agahiyên Jiyan Tosun ên tenê rayedarên dewletê dikarin xwe bigihîn wê, li ser medya dîjîtal hatibû belavkirin, hejmara hemu telefonên ednamê malbatê geriyabûn û bi gotina ‘hûn bombevan in, hûn jiyanê heq nakin’ gef li wan hatibû xwarin. Hejmara telefona Hevseroka Giştî ya Komaleya Mafên mirovan (IHD) Eren Keskîn a tevî Jiyan Tosun li heman ofîsê kar dikin jî li ser komên lîstikan hatibû belavkirin. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di daxuyaniya ku duh dabû de diyar kiribû ku li ser serlêdana parêzerên Jiyan Tosun biryara parastinê hatiye dayîn.