Rapora TÎHV’ê ya binpêkirinên mafan a sala 2023’an hat weşandin

Di rapora binpêkirina mafan a salane ya ji aliyê TÎHV'ê ve hat weşandin de hat parvekirin ku di sala 2023'an de 781 kesan bi hincetên tundî û îşkence serî li weqfê dane. Li gorî raporê di sala 2023’an de 240 jinan serî li nûnerên TÎHV’ê dane.

Navenda Nûçeyan-Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ku têkildarî pêşîlêgirtina îşkenceyê û tedawî û rehabilitasyona kesên îşkence li wan hatine kirin xebatan dimeşîne “Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya 2023’yan” weşand. 

 Li gorî raporê; di sala 2023’yan de 739 kes ji bo ku îşkence û mûameleya nebaş li wan hatiye kirin, 42 kes jî ji bo ku li xizmekî wan hatiye kirin serî li navendên tedawî û rehabîlîtasyonê yên weqfê dane. Hejmara serlêdanên ku ji ber îşkenceyê di 10 salên dawî de li TÎHV’ê hatine kirin 7 hezar û 548, hejmara serlêdanên ku ji salên 1990’î ve ku weqf hatiye avakirin gihiştiye 21 hezar û 894’an. Li gorî raporê temenê kesê herî biçûk ku îşkence lê hatiye kirin 7 e. 

Sala par ji her 10 kesên serî li TÎHV’ê dane 

Li gorî raporê sala par ji her 10 kesên serî li TÎHV’ê dane herî kêm 7, di nava 6 salên dawî de jî herî kêm 9 kes îşkence û mûameleya nebaş lê hate kirin. Hate destnîşankirin ku li gel mirina 6 kesên di sala 2023’yan de di pêvajoya binçavkirinê de îşkence û mûameleya nebaş lê hate kirin “pêkanînên îşkenceyê ji aliyê zêdebûn û cidiyetê nîşaneyeke girîng e.”

 Ji 240 kesên ku îşkence li wan hatiye kirin xwe weke jin (ji sedî 32,8) 428’an xwe weke mêr (ji sedî 58,5) 63’yan jî xwe weke non-binary/queer pênase kirin. Dema li belavbûna serlêdanên li gorî mehan a li nûnertiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê hatine dayîn dinêrin, tê dîtin ku ji ber pêkanînên îşkence û astengiyên li dijî aktîvîteyên Hefteya Rûmetê di mehên Hezîran û Tîrmehê de zêdebûnek heye. 

Temenê herî biçûk serî li weqfê daye 7 e

Temenê herî biçûk ê ji ber îşkence lê hatiye kirin serî li weqfê daye 7 e, temenê herî mezin jî 77 e. Nêzî nîviyê serlêderan (ji sedî 49,2) ji kesên temenê wan di navbera 19-35 salî de pêk tê. 

Di raporê de hat gotin ku 598 (ji sedî 81,8) serlêdanên ji bo îşkenceyê li TÎHV’ê hatine kirin bi awayekî fermî hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku 133 kesên serîlêdane jî (ji sedî 18,8) pêvajoya binçavkirina wan ne qeydkirî ye û kirariyeke fermî nehatiye kirin. 

Miduriyeta polîsan a Stenbolê li pêş e 

Di sala 2023’yan de serlêdanê ji ber îşkenceyê herî zêde li navenda tedawî û rehabîlîtasyonê ya Stenbolê hatin kirin. 251 kesan serî li navenda li Stenbolê, 172 kesan serî li navenda li Îzmîrê, 161 kesan serî li navenda li Wanê dan. Hejmara serlêdanên li Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê hatine kirin jî tevî ku ji ber erdhejên sibata 2023’yan nêzî 4 mehan nekarî xizmetê bide jî gihişt 125’an. Serlêdanên li Cizîr û Enqereyê hatin kirin jî bi rêzê bûn 40 û 32. 

Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di nava cihên ku îşkence li kesên hatine binçavkirin kiriye de di rêza yekemîn de cih girt û piştre jî Midûriyetên Polîsan ên Amed, Enqere û Wanê ew şopandin. 

Zimanê dayikê ji sedî 67'ê Kurdî ye 

Di raporê de herî dawî wiha hate gotin: “Di serlêdanên li TÎHV’ê hatin kirin de dema cihên ji dayikbûna wan û zimanê wan ê dayikê bi hev re hate nirxandin, kesên ku nasnameya wan a netewî Kurd in ji nasnameyên din bêtir îşkence li wan hatiye kirin û tê fêmkirin ku ev rewş di sala 2023’yan de jî nehatiye guhertin.”