Rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmaz de DNA’ya mêr hatiye tesbîtkirin
Di rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmaz, hevala nêz a Gulistan Doku ku bi awayek guman jiyana xwe ji dest da de, di mînaka neynûkê di asta kêm de DNA’ya mêr hatiye tespîtkirin. Hat zanîn ku tevî nîşanên pirsê yên di otopsiyê de, doz hatiye girtin.
Navenda Nûçeyan – Rojwelat Kizmaz li Êlihê di 9’ê Sibata 2024’an de winda bû û cenazeyê wê di Bendava Gola Ilisu de hatibû dîtin. Dosyaya der barê mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz de bi biryara ‘cih ji lêpirsînê re tuneye’ hatibû girtin.
Lêkolîna DNA nehate kirin
Dosya Rojwelat Kizmaz ji nû ve hat lêkolîkirin û JINNEWS’ê xwe gîhand rapora otopsiyê. Di raporê de îbareya ‘Di asta kêm de profîla DNA Y-STR di mînaka neynûkê de hatiye tespîtkirin’ hat dîtin, lê nehatiye lêkolînkirin ku DNA’ya mêr aydê kê ye.
Di rapora hatiye amadekirin de tesbîtek ku der barê dema mirina Rojwelat Kizmaz de cih bigire tuneye. Dema mirov li rapora otopsiyê dinêre tê dîtin ku tevî van hemû nîşanên pirsê dozger ser dosyayê girtiye.
Rojwelat Kızmaz kî bû û çi bi serê wê hat?
Di lêpirsîna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku li Dêrsimê di 5’ê Çileya 2020’an de, winda bûbû û di sala 2026’an de gelek pêşketin çêbûn. Hate diyarkirin ku Gulistan Doku ji aliyê Turkay Sonel, kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel ve rastî êrîşa zayendî hatiye û hatiye kuştin. Lê Gulistan hîn jî nehatiye dîtin. Hate eşkerekirin ku parêzvanê walî, polîs, rayedarên zanîngehê, bijîşkê sereke yê nexweşxaneyê û hin kesayetên herêmî ji bo veşartina tecawîz û kuştinê ketibûn nava tevgerê.
Geşedanên hatine jiyîn, mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz a 26 salî ya hevala nêz a Gulistan Doku û îhmal anî rojevê. Rojwelat Kizmaz, tevî ku piştî windabûna havala wê Gulistan Doku, mezûn bûbû jî, li Dêrsimê ma û demek dirêj li hevala xwe geriya bû.
Rojwelat Kizmaz di 9’ê Sibata 2024’an de ji mala xwe ya li taxa Petrolê ya Êlihê derket û piştî 3 rojan cenazeyê wê di Gola Bendava Hesenkêfê de hat dîtin. Malbata wê di destpêkê de diyar kir ku ew bawer nakin keça wan xwe bikuje. Lê belê, lêpirsînek bi bandor nehate kirin.