Rapora NY’ê: Germbûna kurewî dikare di nava çend salan de pileya 1.5 derbas bike

Li gorî raporek nû ya Bernameya Jîngehê ya NY’ê, cîhan dikare di çend salên pêşiya me de sînorê germbûna 1.5°C derbas bike. Rêxistinên avhewayê, tekez dikin ku ev ji bo Tirkiyeyê ku dê mazûvaniya COP31’ê bike, hişyariyek taybet e.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora "Limiting Overshoot" ku ji aliyê Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ve de hat weşandin, dibe ku cîhan di salên pêş de ji sînorê germbûna kurewî ya 1.5°C derbas bike. Di senaryoya herî baş de, tê payîn ku zêdebûna germahiyê bigihîje 1.8°C. Lêbelê, kêmkirina bilez a emîsyon û metanê, dûrketina ji sotemeniyên fosîl û veguheztina ber bi enerjiya nûjenkirî ve dikare germahiyê dîsa bixe bin 1.5°C.

'Sînorkirina germbûnê hêj di destê me de ye'

350.org a ji bo guherîna avhewayê kampanyayan dimeşîne, diyar kir ku rapor hem hişyariyek e û hem jî bangek ji bo çalakiyê ye. Rêxistinê, tekez kir ku her çend zêdebûna germahiyê teqeze jî, kûrahî û dirêjahiya wê dê bi gavên tên avêtin û hilbijartinên siyasî yên îro re şêwe bibe.

Rêveberê Pasîfîk 350 Fenton Lutunatabua, der barê mijarê de vê nirxandinê kir: "Em neçarin ku her perçeyek ji pileya ku dikare were vegerandin ,vegerînin. Hêj di destê me de ye ku em sînordar bikin ka germahî dê çiqas bilind bibe û ew ê çiqas li jorê 1.5°C bimîne."

Lutunatabua, diyar kir ku hikûmet dê beriya COP31 ji bo civîna lîderên Forumê ya li Palauyê bicivin û hemû kes li bendeyê Avusturalya ku yek ji mezintirîn îxraçkarên sotemeniya fosîl a cîhanê, dê çawa bertek nîşanî vê hişyariyê bide.

Ji Tirkiyeyê re bibîrxistina COP31

Ev rapor berî COP31 ji bo Tirkiyeyê hişyariyek girîng e. Hate diyar kirin ku Tirkiye bi germahiya zêde, hişkesaliyê û şewatên daristanan re rûbi û ye û COP31’ê ji welat re derfetek pêşkêş dike ku di dîplomasiya avhewayê de pêşengiyê bike, lê di heman demê de berpirsiyariyek mezin jî dide.

Her wiha hate diyar kirin Tirkiye ku wekî welatekî mêvandar, nîşandana pêşengiya rastîn a avhewayê tê wateya danîna bernameyeke girêdayî ji bo dûrxistina komirê, rawestandina veberhênanên nû yên sotemeniyên fosîl û hevrêzkirina beşdariya wî ya neteweyî ya bi armanca 1.5°C.

Xeteriya xala şikestinê

Rapora UNEP’ê, hişyarî dide ku derbasbûna pileya 1.5°C dikare bibe sedema encamên bêveger ên wekî bêîstîqrariya qeşayê, zirar dîtina Amazonê û hilweşîna AMOC. Xeterên avhewayê bi bilindbûna germahiyê re zêde dibin. Li gorî raporê, teknolojiyên girtina karbonê û encax tenê dikare dema ku bi kêmkirina bilez û mayînde ya emisyonên sotemeniyên fosîl re werin bikar anîn, bi bandor be. Her wiha di raporê de hate destnîşan kirin welatên ku berpirsiyariya dîrokî ya wan bilind e, pêwîste ku gavên bileztir û bihêztir bavêjin.