Li Îranê bi zêdebûna enflasyonê bihayê xurek û xaniyan zêde bû
Li Îranê enflasyon zêde dibe, di şeş mehên ewil ên salê de gihîşt ji sedî 3.4. Zêdebûna lêçûnên xurek, xanî û hilberînê, zêdebûna enflasyonê, nîşan dide û diyar e ku dê bihayê her tiştî her biçe zêde bibe.
Navenda Nûçeyan- Lêkolîna ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Meclîsa Şêwirmendiya Îslamî ya Îranê ve hat kirin, nîşan dide ku li welat enflasyonê ji nû ve dest bi bilindbûnê kiriye. Li gorî vê, enflasyona navînî ya mehane di şeş mehên ewil ên sala 2026’an de gihîştiye nêzî ji sedî 3,4 û di heman demê de enflasyona hilberîner di meha Tebaxê de ji sedî 41 derbas bûye.
Li gorî raporê, buhayên xurek û vexwarinê rê li ber şokên enflasyonê vekiriye û zêdebûna xanî û bi taybetî jî kiriya zêde, lêçûnên malan jî zêde kir. Hesasiyeta buhayên xurekê ya li hemberî rêjeyên danûstandinê, bi kelûpelên hawirdekirî ya bi hilberînê re girêdayî ye.
Ji payîza borî ve enflasyon zêde dibe
Ji payîza sala 2025’an û vir ve, li Îranê têgihîştin û bendewariyên enflasyonê ya li Îranê zêde dibin û guherînên rêjeya danûstandinê û kêmkirina elektrîkê, gaza xwezayî lêçûnên hilberînê zêde kir. Tevî dabînkirina 500 milyon dolar, Banka Navendî û veqetandina navînî 175 milyon dolar a rojê, zexta enflasyonê bandorê li hilberîn, bihayên xerîdaran û bendewariyan dike.