Rapora MKG'ê ya Tebaxê: Zext zêde bûn, lê rojnamegerî bê navber berdewam dike
MKG'ê di rapora xwe ya Tebaxê de bal kişand ser zextên giran ên li ser çapemeniyê û ragihand ku di meha borî de girtin û binpêkirin dewam kirine. Lê tevî hemû astengiyên desthilatdariyê wê rojnamegerên jin dê her tim li pey rastiyê bin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tebaxa sala 2026'an eşkere kir. Li gorî raporê, di meha tebaxê de 2 rojnamevan hatin binçavkirin, rojnamevanek hat girtin, rojnamevanek ji bo îfadeyê hat gazîkirin û li dijî rojnamevanekê jî lêpirsîn hat destpêkirin.
Di destpêka raporê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser rojnamevanên ku rastiyê tînin ziman di meha Tebaxê de domiyane û ev tişt hatin gotin:
"Di meha tebaxê de jî zextên li ser rojnamevanan bê navber berdewam kirin. Rojnamevanên ku xwestin nûçeyên rast bi raya giştî re parve bikin û bûn şopdarên rastiyê, bi binçavkirin, girtin, lêpirsîn û sansurê re rûbirû man. Îktidara zilam-serdest bi her awayî hewl dide qada xebatê ya rojnamevanan teng bike û rê nade ku dengê jinan bigihêje gel."
‘Rojnamevanên rastiyê diparêzin di bin hedefa desthilatdariyê de ne’
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo rojnamevanan bûye weke "rewşeke asayî" ku her tim xwe li salonên dadgehê bibînin û wiha hat gotin: "Nûçeyek, hevpeyvînek an jî parvekirinek medyaya dîjîtal tê beskirin ku lêpirsînek li dijî rojnamevanan bê vekirin. Bi taybetî rojnamevanên jin ên ku polîtîkayên desthilatdariyê rexne dikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere dikin û bi biryardarî rojevê dişopînin, rastî hedefgirtineke rasterast tên.”
Her wiha hate destnîşankirin ku sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye amûreke rojane ya tepisandinê. Nûçe tên astengkirin, hesabên torên dîjîtal ên jinên rojnamevan tên girtin, lê li hemberî vê yekê jî jinên rojnamevan bi biryardarî bi rêyên alternatîf rastiyê digihînin civakê.
‘Têkoşîna me ya du alî li dijî pergala serdest a mêran didome’
Di beşeke din a raporê de li ser zehmetiyên taybet ên rojnamegerên jin jî hate rawestandin û wiha hatiye gotin: "Ji bo me jinên rojnameger, têkoşîn du alî ye. Ji aliyekî ve em li dijî zextên giştî yên li ser çapemeniyê têdikoşin, ji aliyê din ve jî em li dijî pergala serdest a mêran ku hewl dide dengê jinan tune bihesibîne û bitepisîne şer dikin. Ji ber vê yekê nivîsandina li ser tundiya li dijî jinan, mirinên gumanbar, polîtîkayên bêcezatiyê û têkoşîna azadiyê ya jinan ji bo me xwedî giraniyekî mezin e. Her nûçeya ku em çêdikin, rastiyeke ku desthilatdarî û pergala serdest naxwazin were dîtin, derdixe holê."
Di dawiya raporê de hate gotin ku tevî hemû astengiyan jî rojnamevan dev ji pîşeya xwe bernadin û ev peyam hat dayîn: "Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em dubare dikin ku em ê dengê jinan bilind bikin, rastiyan binivîsin û li pey pênûsa hevrêyên xwe bin. Em ê li hemberî zilm, sansur û pergala serdest bêdeng nemînin û bi biryardarî di xebatên xwe yên rojnamegeriya azad de israr bikin."
Rojnamegerên hatine girtin:
1.Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
2.Hatîce Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT'yê
5.Pinar Gayîp – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
6-Yelîs Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê
8-Fatma Sîbel Gurcîhan – Rojnameger
9-Îrem Delîce - Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê"