Li Sûdanê di nava 48 saetan de 25 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Sudanê ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgin de bi sed hezaran kes li hundir û derveyî welat koçber bûn.

Navenda Nûçeyan -Şer û pevçûnênli Sûdanê ev 5 meh in berdewam dike. Sedema ve yekê li welat rewşa mirovî têkçû û zêdetirî nîvê Sûdaniyan pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Li gorî bijîşkan, duh 3’ê Îlonê di encamê topbaranên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, 5 welatiyên sivîl ji ber ku topên hawanê li ser malên wan ên li bajarê Omdurman ketin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Komîteyên berxwedanê, di êrîşa hewayî ya li ser Taxa Kalakla ya li başûrê Xartûmê de zarok hatin qetilkirin.

Tevgera koçberiyê zêde bûye

Welatiyan ragihandin ku pevçûnên dijwar ji duh saetên sibê ve li taxên ji hev cuda yên di navbera herêmên Kararî û Umbada yên li bakurê rojavayê Omdurmanê di nava firînên balafirên şer ên dijwar de rû didin û diyar kirin ku ji ber berdewamkirina şer û topbaranan li bajarê Omdurman hilweşiya tevgera koçberiyê ji wan taxan ber bi aliyê bakur ve zêde bûye.

Komîteyên berxwedanê berî niha ragihandibûn li morga nexweşxaneyeke ku hîna jî li paytexta Sûdanê Xertûmê kar dike, 11 cenazeyên ku di nav wan de du zarok û jinek jî hene heye û balkişand ku gelek ji laşên şewitî û perçebûyi nehatine rakirin.

Leza şerên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji destpêka Tebaxa borî ve li navenda bajarê Omdurman zêde bûye û di rojên borî de zêdetir ber bi taxên Ambada û li rojavayê bajêr berfireh bûye. Hewildana Hêzên Piştgiriya Lezgîn ya qutkirina xeta peydakirina ji rojavayê welêt û kontrolkirina pira girîng a Şambatê ya ku ji bo di nav sê bajarên paytext re derbas bibin tê bikaranîn heye.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn, beşeke mezin ji eyaleta Xartûmê kontrol dike; di demekê de ku artêşa Sûdanê hewl dide rêyên tedarikkirinê Hêzên Piştgiriya Lezgîn re bi rêya pirên ku herêmên Omdurman, Behrî û Xartûmê bi hev ve girêdide ku paytexta berfireh a her du aliyan pêk tînin, qut bike.

6 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lez ji 15’ê Nîsanê ve heta niha bû sedema mirina nêzîkî 5 hezar kesan û birîndarbûna zêdetir ji 6 hezar kesan. Her wiha bû sedema koçberkirina zêdetirî 4.5 milyon kes li hundir û derveyî Sûdanê. Di encama pevçûnê de av û elektrîk qut bûn. Gel hewl didan xwe ji pevçûnan biparêzin.

Dilxwazek li kampa Adre ya li rojhilatê Çadê ya li ser sînorê herêma Darfûrê da zanîn ku penaberên Sûdanî ji ber ku ew nêzîkî şêst û çar roj in li El Geneina, paytexta eyaleta Darfura Rojava bê xwarin asê mane, hewcedarê alîkariyên zêdetir in .

Li gorî rêxistinên mirovî, zêdetirî nîvê Sûdaniyan hewcedariya alîkariyên mirovî yên lezgîn in, ji wan şeş mîlyon jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ger ew tenê çaryeka sozên darayî werbigire, şer û birçîbûna berdewam gef dixwe ku Sûdanê "hilweşînin" û herêmê bixe nav karesatek mirovî.