Raha Askarizadeh ji jîngehparêzên girtî re name şand

Rojnameger Raha Askarizadeh a Îranê ji bo hevalên xwe yên çalakvanên hewirdorê ku destûra wan a derketinê xilas bû careke din vegeriyan girtîgehê nameyek nivîsî û got: “Em xemgîn in, ji ber êşên ku hûn dikşînin em bi hêrs in.”

Navenda Nûçeyan - Rojnameger, wênekêş û çalakvana mafên jinan Raha Askarizadeh ku ji girtîgeha Îranê nû derket, ji bo hevalên xwe yên çalakvanên hawirdorê ku ji ber dema destûra wan xilas bûye û careke din vegeriyan girtîgehê nameyek nivîsand. 

‘Naskirina te ji bo min şanazî ye’

Di nameya ku xitabî çalakvana hawirdor Nilofaer Bayanî ya di girtîgeha Evînê de dimîne de wiha got: “Niha ez di odeya xwe di bi awayek bi aram rûniştime û te difikirim. Îşev te difikirim niha tu li li ser renzeya yekem a koxuşa duyem razayî, ev yek ji bo min janeke mezin e.”

Rêzdar Sapedeh Kashaî, Nîlofer Beyanî û hevalên min ên din, naskirina we ji bo min cihê şanaziyê ye. Îşev hûn hemû vegeriyan girtîgeha Evînê. Ez ê girtina we şermezar bikim. Em xemgîn in û li hemberî êşa ku hûn dikşînin em bi hêrs in.”