“Ragihandina başûr qasî giringî dide partiyan ewqas nade berjewendiyên Netewî”
Di derbarê êrîşên dawî yên dagirkirina xaka Kurdistanê de Rojnamevan Perêz Sabir dide diyarkirin ku ragihandina başûr qasî giringî dide hizban, giringî nade berjewendiyên netewî.
TERZA TEHA
Silêmanî - Dewleta Tirk hewil dide Başûrê Kurdistanê dagir bike, herî dawî xwest ku daristanên herêma Behdînan tune bike, daran dibirîn û derbazî Tirkiye dikin. Ev dagirkeriye bu sedemê nerazîbûna rêxistin, kesayetên siyasî, hunermend û gelê Başûrê Kurdistanê. Di derbarê vê dagirkeriyê û rola ragihandina Başûrê Kurdistanê de Rojnamevan Perêz Sabrî ji ajansa me re axivî.
Rojnamevan Perêz Sabrî bal kişand li ser rola ragihandina Kurdî û wiha got: “Ezmûnek ya Kurdan bi dagirkeriya Tirk re xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Berpirsyartiya vê ji dikeve ser milê partî û hizbên siyasî. Lê niha partiyên siyasî li dijê vê dagirkeriyê helwest nişan nadin. Partiyên me yên siyasî li beramberî vê dagirkeriyê xwe weke berpirsyar nabînin. Hêvî dikim ku berpirs bi erka xwe ya netewî rabin ta ku ziyanek mezin negihayî herêma Kurdistanê. Rola ragihandinê ya li ser civaka Kurd di dema şerê dagirkeriyê de li gora berjewendiyên partiyan tev digere, hêviya min ewe ku ragihandina Kurd carek din bi erka xwe rabe û giringî bide civak û netewî.”