‘Qutkirina avê şêwayên mezintirîn ê tundiyê ye’

Endamên Yekîtiya Cotkaran a li Hesekê piştrast kirin ku qutkirina ava Çemê Xabûrê tundiyek li dijî jinan, xweza û axê ye, û diyar kirin ku jin bi axê û çandiniyê ve girêdayî ne ji ber ku ew wê wekî beşek girîng ji jiyana xwe dibînin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, dewleta Tirkiyeyê ava Çemê Xabûrê qut kiriye û ava Çemê Firatê kêm kiriye. Ev yek bandorek neyînî li cotkarên jin, li erd û xwezayê dike. Endamên Yekîtiya Cotkaran, ji ajansa me re nêrîn û fikarên xwe yên têkildarî mijarê vegotin.

‘Jin xwe wek beşek ji çandinî û axê dibîne’

Endama Yekîtiya Cotkaran a Şedadiyê Neda El Hilo, piştrast kir ku herêma Cezîrê bi giranî xwe dispêre çandiniyê û yên ku vî karê çandiniyê pêş dixin, jin in. Neda got ku jin xwe wekî beşek ji axê dibînin, ji ber vê yekê ew di pêşxistina çandiniyê de dixebitin û axaftina xwe wiha domad: “Ji ber şert û mercên heyî û qutkirina ava Çemê Xabûrê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, çandinî hema bêje nemaye. Jin tevî kêmbûna avê jî li ber xwe didin û ji bo pêşxistina çandiniyê bi zehmetî dixebitin.”

‘Jinê çandinî keşif kir û bipêş xist’

Neda tekez kir ku  xweserî di qada aborî de ji bo jinan pir girîng e û bi bîr xist ku jinan çandinî keşf kirine, bipêş xistine û di vî warî de berdewam dikin da ku xweser bin. Neda da zanîn ku di dîrokê de jinan heta derman jî bi rêya çandiniyê keşf kirine û bi avakirina jiyana xwe, bi rêya çandiniyê hebûna xwe ya serbixwe ava kirine. Neda destnîşan kir ku çandinî beşek ji xwezaya jinê ye û got: “Rewşa xirab a çandiniyê bandorek neyînî li ser jinan kiriye; dema ku jinek zeviya çandiniyê dihêle, ev tê vê wateyê ku wê tiştek ji xwezaya xwe ya hundurîn, ango pêwendiya wê bi axê re, hiştiye.”

‘Qutkirina para Sûriyê ji avê mezintirîn şêwayê tundiyê ye’

Neda balkişand ser tundiya li dijî jinê, erd û xwezayê pêk tê û anî ziman ku qutkirina herikîna ava ji Çemê Xabûrê û bi gelemperî ji îstasyona Elûk û yên din, tundiya li dijî jinê û erdê ye. Neda anî ziman ku jin neçar be ku bîdonê avê bi xwe re bibe malê da ku ava vexwarinê peyda bike, ev mezintirîn şêweyê tundiyê ye û wiha got: “Dema ku li Çemê Xabûr hişkesaliyek heye, ew çawa dikare avê ji bo çandiniyê peyda bike? Lewma em dibînin ku dewleta Tirk û hevalbendên wê li dijî jinê, xwezayê û erda Sûriyeyê mezintirîn şêwayê tundiyê pêk tîne. Em para xwe ji avê dixwazin.”

‘Cotkarên jin hîn jî dikarin bibin stûna aborî û pêşxistina çandiniyê’

Neda da zanîn ku jin di çandiniyê de roleke bingehîn dilîzin, ji ber ku ew bi berhemdarî û erdê ve girêdayî ne û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Heta îro jî, jin li deverên gundan di çandiniyê de roleke girîng dilîzin û beşek mezin ji hêza kar a çandiniyê pêk tînin. Tevî hemû dijwarî û zehmetiyan, cotkara jin hîn jî dikare bibe stûna aboriyê û pêşxistina çandiniyê.”

‘Ji ber ava şor rewşa çandiniyê xerab e

Neda behsa rewşa çandiniyê ya li navçeya Şedadê, Hol û Erîşa kir û ragihand ku çandiniya herêma wan di rewşeke xirab de ye. Neda destnîşan kir ku ava şor jî ji bo çandiniyê ne guncaw e û ev yek bandorek neyînî li ser aboriya wan dike. Neda, derbarê xetera ava şor de ev agahî dan: “Li Şedadê, Erîşa û Hol, ava şor tê bikaranîn. Lewma em çi diçînin baş berhem nade û dernakeve. Ev rewş ji hêla psîkolojîk ve jî bandorê li ser jinan dike, ji ber ku ew çandiniyê wekî beşek ji jiyana xwe dibînin.”

Tundî rasterast ji dewletên kapîtalîst tê’

Neda destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz dê salekê tijî bike û ew ji bo krîzên ku gelê Sûriyeyê dikşîne çareseriyan pêşkêş nake; berevajî vê, binpêkirinên herî hovane dike. Neda diyar kir ku divê hikûmet mafên avê ji bo Sûriyeyê bixwaze, ne ku binpêkirinan zêde bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev tundî rasterast ji dewletên kapîtalîst tê, di nav wan de di serî de Tirkiye tê.”