‘Qetlîamên jinan ne cînayetên şexsî ne, sûcek polîtîk e’

Li Amedê jinên ku di ‘Komxebata Polîtakayên Jinan di Rêveberiya Xwecihî’ de hatin ba hev, diyar kirin ku wê li dijî birdoziya zayendperestiyê têkoşîna xwe bidomînin û gotin: “Ev ne tenê cînayetek şexsî ye, di heman demê de sûcek polîtîk e.”

Amed – Li Amedê jinên ku di çarçoveya ‘Komxebata Polîtakayên Jinan di Rêveberiya Xwecihî’ de hatin ba hev, li dijî qetlîamên jinan li ber Navenda Kongre û çandê daxuyanîyek dan.

Di daxuyaniyê de siyasetmedar Gulten Kişanak, hevserokên jin yên navçe û bajarên herêmên DEM Partî, hejmarek zêde ya saziyên jinan bejdar bûn. Jinan bertek nîşanî qetlîamên jinan dan, di dema daxuyaniyê de dem dem dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Daxuyanî ji aliyê hevşaredara bajarê Mezin ya Wanê Neslîhan Şedal ve hate dayîn.

Neslîhan Şedal anî ziman ku têkoşîna li dijî bîrdozîya zayendperestiyê didome û wiha got: “Polîtîkayên qirkirina jinan, bi awayek zanabûn ji hêla desthilata siyasî ve dewam dike. Em dizanin desthilata siyasî li ser van polîtîkayan nefes digre û xwe dide jiyîn. Em ê ji bo her jinên ku ji jiyanê tên qutkirin têkoşîna xwe berdewam bikin.” 

‘Ev e ne tenê cînayetek şexsî ye’

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îîbîlen îfade kir ku tundiya li dijî jinê û cînayetên jinan di civakê de kirîzek kûr ava kiriye û wiha got: “Di vê pêvajoya ku her roj bi nûçeyeke din a xemgîn re em rû bi rû tên, mafê jiyanê yê jinan tê desteserkirin û malbat ji hev tên parçekirin. Li şûna ku li dijî tundiyê têbikoşin, siyaset û pêkanînên ku şîdetê rewa dikin vê rewşê xerabtir dikin. Bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de zêdebûna kuştina jinan nîşan dide ku newekheviya zayendî kûr bûye û mafê jiyanê yê jinan hatiye binpêkirin. Piraniya jinên hatine qetilkirin dema di pêvajoya hevberdanê de ne an jî dema dixwazin jiyaneke azad bijîn dibin hedef. Jin di pêvajoya hevberdanê de herî zêde di vê heyamê de tundî li wan tê kirin. Mêr ji bo kontrolkirina jinê, desthilatdariya xwe ava bike tundiyê bi kar tîne. Qetilkirina jinê ya li  ber çavên zarokên jinê li Amedê ku ji ber dixwaze xwe ji kesê pê re zewiciya berde, asta tirsnak kuştina jinan radixe ber çavan. Ev ne tenê cinayeteke şexsî ye di heman demê de sûcekî polîtîk e jî.”

Daxûyanî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.