Dengê jinên windabûne bi hunerê ragihandin
Li Suweydayê hunermend û hiqûqnasên jin, ji bo dengê jinên windabûne bi civakê bidin bihîstin bi kampanyayên stran, perwerde û medyaya dijîtal banga edaletê kirin.
					ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê, projeya bi navê ‘Deng 2’ ku bi pêşengiya hunermend û hiqûqnasên jin ket meriyetê, bi çalakiyek wate hedef dike ku dengê jinên bi zorê hatin windakirin, bidin bihîstin temam kir. Di çarçoveya projeyê de jinan hem bi stran hem jî bi xebatên hişyariyê êşa ku jinê hatin revandin nîşan dan û banga edaleta civakî kirin.
Ji avakera koma dilxwaz a bi navê ‘Puzzle’ Lamîs Cudiye têkildarî xala derketina kampanyayê wiha got: “Wek tîma ‘Puzzle’ em bi hunerê hewl didin di civakê de guherînê çêbikin û hêza qada fikirinê berfireh bikin. Projeya ‘Deng 2’, weke berdewamiya koroya ‘Deng 1’ ye ku çîrok û êşa jinan vedibêje. Lê belê vê carê me çarçoveya xwe berfireh kir, me vegerand kampanyayek a parastinê.”
Qêrîna li dijî êrîşan
Beşdarvanên jin, piştî ku di mijarên plana parastin û kampanyayê de perwerde girtin, çar stranên ku gotin û muzîkên wan bi xwe çêkirine amade kir. Ev stran di meha Tîrmehê de di dema bûyerên bi xwîn ên li Suweyda hatin jiyîn, çîroka jinên rastî tundî, êrîşên zayendî û windabûnê hatin vegotin. Lamîs Cudiye wiha got: “Ev stran ne tenê berhêmên hunerê ne, li dijî bi zorê windabûn, kuştin, jicihêxwebûn û tundiya zayendî qêrînek e. Em red dikin ku jin carekê werin revadin, jibîrkirin yan jî ji civakê werin dûrxistin. Banga me ya edalet, hesabdayîn û ronîkirina rastiyan didome.”
‘Em ê li hemberî windabûna jinan bêdeng nebin’
Parêzer Hedil Selman armanca kampanyayê bi van gotinan anî ziman û got: “Ev kampanya ji bo jinên ku di dema êrîşên ser Suweyda da hetin revandin, ji bo dosyaya wan dîsa bikin rojev hate destpêkirin. Mixabin tevî ku di navberê de dem derbas bûye, hê aqubeta gelekan nayê zanîn. Bi rêya gotin, muzîk û hunerê em hewl didin dengê va jinan bigihînin civakê. Tevî hemû tiştên lê rast hatin, xwedî hemû mafê mirovî û civakî ne.”
Hedîl Selman bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo zextên hestiyarî û pêşbîniyên civakê yên li hemberî jinên ji revandinê hatine rizgarkirin û got: “Destekdayîna civakê ji bo wan, di rêya çûyîna edaletê de gavek bingehîn e.”
‘Em dixwazin li Sûriyeyê edalet pêk were’
Ji beşdarên projeyê Lama Duwara da zanîn ku qonaxa yekem a ‘Deng 2’ dewamiyek xwezayî ye lê belê vê carek wateya kûr hildigire û got: “Armanca me bûyîna dengê jinên winda û yên hatine revandin e, çîroka wan diyarkirin e. Em dixwazin peyama me bigihe û ev jin bikaribin vegerin malên xwe. Ew parçeyek a civakê ne. Divê neyên dûrxistin û bên parastin. Ev kampanya ji bo me peyama aştî û hêviyê ye. Em dixwazin li Suweyda û hemû Sûriyeyê edalet pêkwere.”
Dîtbariyên dijîtal hatin amadekirin
Kampanya tenê bi performansên muzîkal re sînordar nebû. Stran di platformên medyaya dijîtal de jî hatin weşandin, ji bo avakirina hişyariyê naverokên medyayê yên agahî didin û materyalên bingehê hiqûqî hatin hilberandin. Di heman demê de bal kişandin ser biryara NY ya hejmara 1325 û 1820’an. Ev biryar diyar dike ku divê di şeran de jin werin parastin û berpirsên binpêkirinên mafan bên darizandin. Li gorî tîma ‘Puzzle’ armanca kampanyayê, ev biryarên navnetewî ji bo di asta civakî û saziyan de were pêkanîn zextê bide avakirin û hunerê vegerînek amûrek a parastina mafê jinan.
‘Huner qadek ji bo edaletê ye’
Di rûniştina girtinê de beşdarvanan, li ser derfetên bandora kampanyayê û berfirehkirina wê ya siberojê fikrên xwe anîn ziman. Yek ji beşdaran ev pirs pirsî: “Gelo ev stran qasî pêwîst giha civakê? Mirov êdî bê pêşdaraz bi mirovî dikarin li jinên hatin revandin mêze bikin? Ev hewldan wê bikare guherînek rast a zagonî û civakî ava bike?”
Jinan diyar kirin ku hê rê dirêj e û gotin: “Em hêvî dikin ku dengê me gihaye gireseyek berfireh.” Jinan destnîşan kirin ku huner ne tenê kêfxweşiye, dikare ji bo edaletê bibe qadek.