Qetilkirin, revandin û koçkirina sivîlan li Sûdanê didome
Ji 15’ê Nîsana 2023’an ve pevçûn di nava artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de rûdidin. Di encama van pevçûnan de zêdetirî 20 hezar kes hatin qetilkirin û nêzî 14 milyon sivîl jî penaber bûne.
Sûdan – Di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li ser herêma Ebû Eşer ya wîleyeta El Cizîrê ya nava Sûdanê 6 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn û hin ji wan jî birînên wan giran in.
Li gorî Platforma Konferansa El Cizîrê Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşî malên sivîlan kirin û destdiêjî li ser jin, zarok û kesên bi temen mezin kirine. Her wiha hemû mal wêran kirin û dizîn. Bi darê zorê hemwelatiyan ji malên wan derxistin. Di heman demê de hemû jeneratorên elektrîkê û malên sivîlan şewitandin.
Li bajarê El Kamilîn ê wîlayeta El Cizîrê Hêzên Piştgiriya Lezgîn bijîşkek jin û hemwelatiyek dema êrîşî nuqteyek tendirustî kirin, revandin.
Platforma Nîda El Wesat jî der barê vê bûyerê de, duh daxuyaniyek çapemeniyê da û eşkere kir ku ev bûyer duh pêk hatiye, dema ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn nuqteyek tendirustiyê hedef girtine û bijîşkek jin û hemwelatiyek revandine. Ev destdirêjî her dem li herêmê pêk tên û ewlehî û îstîqrara herêmê têk dibin. Platformê bang li cihên pêwendîdar kir ku mudaxeleya van kiryaran bikin û bi lezgînî girtî bên berdan. Di heman demê de divê kujer ji ber bûyera revandina bijîşkek jin hesab bidin. Divê ewlehî û aramiya herêmê jî bê parastin.